Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin

img
MÊRDÎN - Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku kuştina ciwanên kurd bi polîtîka neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û bêcezahiştin dike ku ev bûyerên wiha bi êş biqewime. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar piştî mitînga aştiyê ya duh a li Silopiya Şirnexê derbasî Mêrdînê bû û li kolana dîrokî ya Mêrdînê serdana esnafan kir. Parlamenter û rêveberên HDP’ê jî li gel Sancar bûn. Sancar bi erebî, kurdî û tirkî li gel esnafan sohbet kir û li ser meseleyên li bajêr axivîn.
 
Piştî serdanê Sancar axivî û bal kişand ser krîza aborû û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tengezariya aborî û debarê heye. 
 
‘BECEZAHIŞTIN BÛYERAN ZÊDETIR DIKE’ 
 
Sancar bal kişand ser ciwanê bi navê Adem Kara yê li navçeya Midyada Mêrdînê ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin û wiha got: “Bûyerên bi vî rengî her tim li herêmê diqewimin. Êrişkirina polîsan û maşîneyên zirxî dibin sedema kuştina zarokan û heta kal û pîran. Ev kuştinên bi vî awayî rasterast bi neçareserkirin pirsgirêka kurd ve girêdayî ne. Çimkî li hember pirsgirêka kurd zîhniyeta ewlehîparêz heye. Polîs û leşkerên van kuştinan dikin, di wê baweriyê de ne ku dê bêceza bên hiştin. Polîtîkaya bêcezahiştinê bûyerên bi vî rengî zêdetir dike. Em ê li her qadê van bûyeran teqîp bikin heta ku berpirsiyar bên darizandin û bûyer ronî bibin.”