‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’

img
MÊRDÎN - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar xwest ku kuştina Adem Kara ya ji aliyê polîsan ve li Meclisê were lêkolînkirin.  
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar ji bo Adem Kara yê bi îdiaya “reviyaye” ji aliyê polîsan ve bi çekê hatibû kuştin daxwaza Lêkolînkirina Meclisê kir. Dundar, anî ziman ku ev demeke dirêj e mafê jiyanê ji aliyê polîs û leşkeran ve tê binpêkirin û got: “Taybetî ji li cihê ku piranî kurd lê dijîn bi dehan zarok, ciwan û pîr jiyana xwe ji dest dan. Mixabin her roj welatiyek tev li kesên ku bi guleyên polîsan tên kuştin dibin. Herî dawî Adem Kara li Mîdyada Mêrdînê bi guleya polîs jiyana xwe ji dest da.” 
 
‘SEDEM BÊCEZAHIŞTIN E’
 
Dundar, anî ziman ku polîs ji destavêtina çeka xwe texsîr nake û bal kişand ser daxuyaniya Walitiya Mêrdînê ya “Dema ku Kara ji tîmên polîsan direviya ji bo hişyariyê polîsan gule berdane hewayê û dema ku lingê polîsan li kevirên peyarêyê ketiye gule teqiyaye û Kara birîndar bûye”. Dundar anî ziman ku ev daxuyanî nayê qebûlkirin û got ku sedema kuştina polîsan destpênekirina lêpirsîna bibandor û polîtîkayên bêcezahiştinê ne. 
 
DESTHILAT DIBÊJE FAÎLAN ‘LI CEM WE NE’
 
Dundar, da zanîn ku rayedarên desthilatê bi faîlan re peyamên “em li cem te ne” dişînin û got: “Divê cinayeta Adema Kara ji her alî ve bê ronîkirin û ji bo hemû kuştinên ji aliyê leşker û polîsan ve hatine kirin û hemû sûcdar bên cezakirin Lêkolîna Meclisê hewce ye.”