Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel nerazîbûna Partiya ÎYÎ ya li dijî partiya xwe nirxand û got: “Partiya ÎYÎ bi nasnameya xwe faşîst tê nasîn û dixwaze Tifaqa Millet dîl bigire. Bermayên gladyoyê yên kevn dîsa rê û rêbazan dibire.”
 
Her ku Tirkiye ber bi hilbijartina giştî ve diçe siyaset germ dibe, nîqaş û polemîkên navbera partiyan zêdetir dibin. Polîtîka û gotinên partiyan jî teşe digirin û dibin cihê nîqaşan. Li Enqereya ku nelirêtî, rant û krîzên ku bloka AKP-MHP’ê tê nîqaşkirin, bi yek carê rojev veguherî ser nîqaşa “Wezaret bidin HDP’ê. Parlamenterê CHP’ê Gursel Tekîn got, “Dikare wezaret ji bo HDP’ê bê dayîn.” Ev gotina Tekîn li xweşa Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener û parlamenterên vê partiyê neçû. Meral Akşener jî wiha dij derket, “Di maseya em lê ne de ew nikarin cih bigirin.” 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ji ajansa me re axivî û bertek nîşanî nêzîkatiyên Partiya ÎYÎ da. 
 
GOTINÊN MUXALEFETÊ HÊZ DIDIN ÎKTIDARÊ 
 
Temel destnîşan kir ku ji ber muxalefet nexwedî gotin û daxuyaniyên erênî ye û li ber îktidara têkçûyî ya AKP-MHP’ê belavbûyî û qels dimînin. Temel got muxalefet bi tu awayî bernameyek ku hêvî bide civakê daneniye pêşiya xwe. 
,
‘KURD NEBÛNA…’ 
 
Temel anî ziman ku heke HDP, hêzên demokrasiye, jin, ciwan, kurd tênekoşiyan û li ber xwe nedana wê muxalefet nikaribûya gotinek jî bikira. Temel da zanîn ku mualefet bi feraseta ‘em bibin îktidar’ tevdigere û lê belê ev helwest nayê qebûlkirin û siyaset bi rêgezan tê kirin û wêrekî dixwaze. 
 
‘BERMAYÊN GLADYOYA KEVN DI DEWRÊ DE NE’ 
 
Temel bal kişand ser gotinên Gursel Tekîn ê CHP’yî û dijderketina Partiya ÎYÎ û wiha got: “Her ku Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe hin tişt zelaltir dibin. Partiya ÎYÎ nasnameya xwe ya faşîst datîne pêş û dixwaze Tifaqa Millet dîl bigire. Tirkiyeya ku li ber arefeya rizgariya ji vê rewşê ye, lê belê tetikkêşên gladyoya kevn dîsa hemû tiştî bixin bin kontrola xwe dixwazin hemû rê û rêbazan bibirin. A rast di Tifaqa Cumhur de rola MHP’ê çi be, di Tifaqa Millet de jî rola Partiya ÎYÎ ew e. Ew jî dixwaze siyasetek bê HDP’ê û bê kurd ava bikin. Bermayên gladyoya kevn dîsa rê û rêbazan dibirin. Ji ber vê yekê partiya me tu demê nîqaşa em di nava Tifaqa Millet de cih bigirin nekiriye. Rexneya HDP’ê ku siyaseta rêya sêyemîn didomîne, pir zelal e. Em wek HDP’ê dibêjin, heta ku Partiya ÎYÎ, Tifaqa Millet dîl bigire dê ew tifaq nikaribe Tirkiyeyê demokratîk bike.” 
 
MA / Bêrîvan Altan