Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku ji faktorên ku aloziya li Iraqê kûr dikin yek jê jî hevkariya Tirkiye û PDK'ê û got ku rizgariya Iraqê bi xwerêveberiya gelan û rêya sêyemîn pêkan e.
 
Li Iraqê hilbijartinên giştî di 10'ê Cotmeha 2021'ê de hatibûn lidarxistin. 10 meh di ser hilbijartinan re derbas bûye, lê hê jî ne hikûmet hatiye avakirin ne jî serokomar hatiye hilbijartin. Bi taybetî jî piştî Serokê Tevgera Sadrê Mukteda es Sadr ragihand ku dest ji siyasetê berdaye, rageşiya li welêt a ji ber betalî, gendelî û nebûna xizmeta giştî zêdetir bû. 
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr,  geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
'PIRSGIRÊK ZÊDE DIBIN Û DERDIKEVIN HOLÊ'
 
Rojnameger Ozdemîr diyar kir ku di van salên dawî de tu hilbijartinên li herêmê bêpirsgirêk pêk nehatine û got: “Sedema sereke ya protestoyan şerê desthilatdariyê ye ku li welatên Rojhilata Navîn diqewimin. Krîz û aloziyên heyî bi pirsgirêkên desthilatdarî, jin, ol û mezhebî ve girêdayî ne ku dîroka wan xwe disipêre bi hezaran salan. Ev pirsgirêk îro di bin navê Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevrêziya Şîî ya Iraqê de derdikeve pêş an jî di nava van her du blokan de cih digire. Wekî tê zanîn, hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê di 10'ê Cotmeha 2021'ê de hatin kirin. Her çendî jê re dibêjin hilbijartina pêşwext jî, lê ev hilbijartin 2 salan bi derengî ket, ji ber krîza siyasî ya li Iraqê. Ji sala 2003’yan û vir ve li herêmê tu hilbijartin bê pirsgirêk nehatine li dar xistin. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkên bi hezaran salan ên ku li Rojhilata Navîn, li Iraqê veguherî lareşiyê. Ev gendelî di Çarçoveya Koordînasyona Tevgera Sadr de çêbûn û Sadr ji destpêkê ve bi dirûşmeya 'Hikûmeteke ne girêdayî hêzên derve, hikûmeteke tevlî gendeliyê nebe' li dijî Çarçoveya Koordînasyonê derket û hemû deriyên diyalog û muzakereyê girtin."
 
ROLA TEVGERA SADRÊ
 
Ozdemîr diyar kir ku Sadr di avakirina hikûmetê de roleke girîng dilîze û wiha domand: "Sadr di hilbijartinên pêşwext de karibû bibe koma piraniyê, lê tevî tifaqa ku bi PDK'ê û Sunniyan re çêkiribû jî, nekarî piraniya pêwîst bi dest bixe. Her wiha dema ku tevgera Sadr got, ew ê li dijî gendeliyê têbikoşin û girseyên xwe li ser vê bingehê bicivînin, bi PDK’ê re ku navê wê bi gendeliya li Iraq û Kurdistanê re derbas dibe tifaqek çêkir. Her wiha Hoşyar Zêbarî namzedê ku PDK'ê ji bo posta Sadr wekî serokomar destnîşan kiribû, ji ber gendeliyê ji peywira Wezîrê Darayî yê Iraqê hat dûrxistin. Pêşveçûnên bi vî rengî nehiştin ku Sadr hikûmetekê ava bike. Sadr ku nikarîbû hikûmetê ava bike, ji bo îtîbara xwe xilas bike ji parlementoyê îstifa kir. Piştî îstîfayê êdî her kesî bala xwe da Çarçoveya Koordînasyonê." 
 
'PDK SEDEMA HERÎ BI BANDORE'
 
Mervan Ozdemîr da zanîn ku ji sedemên aloziya Iraqê yek jê hevkariya PDK û Tirkiyeyê ye û got: "Pirsgirêka heyî PDK ye. Dema em li kar û xebatên PDK'ê li Herêma Kurdistanê û hevkariyên ku wê pêşxistiye dinêrin, tê fêmkirin ku her welatek ji PDK'ê sûd digire. Wekî tê zanîn, ji kiryarên dawî yên PDK'ê yek jê jî ew bû ku li zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê rakir. PDK li ser daxwaz an jî talîmata dewleta tirk nexşeya ku sînorên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê nîşan dide rakir û Mûsil û Kerkûkê ji nexşeya Herêma Kurdistanê derxist. Heger şerm neke îxtîmal heye ku Silêmaniyê jî ji vê nexşeyê derxîne û tenê Dihok û Hewlerê di nexşeya Kurdistanê de bihêle. Hevkariya bi dewleta Tirkiyeyê, yek wan sedemên bibandor e ku li Iraqê diqewimin."
 
'HAT ÎSPATKIRIN KU RIYA SÊYEMÎN ENCAM DIGIRE'
 
Ozdemîr destnîşan kir ku aloziya li Iraqê dê bi esasgirtina rêbaza rêya sêyemîn çareser bibe û got: “Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêbazên patentedî yên Rojavayê nayên çareserkirin. Ji ber ku pergala heyî ya ji aliyê hegemonyayê ve li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin, li dijî bingeh, dîrok û rûmeta civakî ya Rojhilata Navîn e. Bi rastî jî gel nakevin çerxa vê pergala ku li dijî cewhera wan e. Dîroka Rojhilata Navîn ji bo dîtina çavkaniya pirsgirêkan û dîtina rêbazên çareseriya pirsgirêkan çavkaniyek pir bihêz e. Behsa rêbazekê tê kirin ku îro li Rojhilata Navîn wekî rêya sêyemîn tê binavkirin û çareseriya pirsgirêkên li Sûriye û Iraqê wekî bûmerangê dubare dike. Ev rêbaz li Rojava, Şengal û Mexmûrê hatiye pêkanîn û bandora wê hatiye îspatkirin."