HDP dê li Egeyê bi gel re bicive

img
ÎZMÎR - HDP, dê li Îzmîr, Aydin û Mûglayê di 19 û 20’ê îlonê de bi gel re bicive. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Ji tecrîd, mêtîngerî û şer re na. Çareserî em in” li gelek bajarên Tirkiyeyê civînên gel li dar dixe. Dê li herêma Egeyê jî li bajarên Îzmîr, Aydin û Mûglayê di 19 û 20’ê îlonê bi gel re bicive. 
 
BERNAMEYA CIVÎNÊN GEL
 
Civînên gel, dê di 19’ê îlonê de li Cihêbazarê yê Çamlikûle ya Bûcaya Îzmîrê û li Navenda Çanda Armûtalan a navçeya Marmarîs a Mûglayê saet di 17.00’an de dest pê bike. Di 20’ê îlonê de jî li Cihê bazarê yê Gumbet ê navçeya Bodrûm a Mûglayê (17.00), li ber Sîteya Aymek a Taxa Osman Yozgatli ya navçeya Efeler a Aydinê (18.00) berdewam bike. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevberdevkê Komîsyona ji Rêxistinê ya Navendî ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî û hunermend Azad Bedran û Kadîr Çat wê beşdar bin.
 
JI BO CIVÎNÊN GEL BANG KIR
 
Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan têkildarî civînên gel ên ku dê li dar bixin bang kir û wiha got: “Em dizanin ku li dijî pergala kesên ji şer, talan, rant û hilweşînê sûdê digirin re hem gotineke me hem jî hêza me heye. Em ji bo vê hêza xwe li qadan nîşan bidin em ê dakevin qadan. Em dibêjin ku li dijî kesên dixwazin bi birçîtî, hejarî û zextan terbiye bikin çareserî em in. Em li dijî vê pergala şer û mêtîngeriyê bêçare nînin. Em li dijî vê yekê hêza xwe nîşanî dost jî dijmin jî bidin. Di serî de Îzmîr hemû gelê xwe yê li Herêma Egeyê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide vedixwînin civînên gel ên ku em ê li dar bixin.”