DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin

img
AMED - DBP’ê bi daxuyaniyekê gelê Rojhilat silav kir ku li dijî qetilkirina Mahsa Amînî derketin kolanan û li dijî rejîma Îranê çalakiyên protestoyî li dar dixe. DBP’ê diyar kir ku li dijî hemû êrişên ser jinan bersiva herî xurt, bi bihêzbûna têkoşîna azadiyê ya jinan pêkan e. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî qetilkirina Mahsa Amînî ku bi sedema xuyakirina pora wê ji hêla polîsên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi ser navê “Em di şexsê Mahsa Amînî de careke din tundiya rejîma Îranê ya li ser jinan şermezar dikin” hat weşandin û wiha hat gotin: “Dewleta Îranê ku dijminê jinan e, di her qada jiyanê de polîtîkaya qirkirina jinan dimeşîne, rewa dike û rojane bi awayekî sîstematîk dimeşîne. Mînaka vê ya herî dawî jî Mahsa Amînî ye ku li pêş çavên hemû cîhanê ji hêla polîsên exlaqê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin.” 
 
‘DI BIN NAVÊ QANÛNÊN ŞERÎATÊ DE...” 
 
Bi domdarî di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Pratîkên vê zîhniyeta qedexeker ku di bin navê qanûnên şerîatê de li dijî jinan tên kirin, di şexsê Şîrîn Elemhulî û Zehra Esmaîlî de nas dikin ku dema li benda bidarvekirinê krîza dil derbas kir lê dîsa jî benê xeniqandinê xistin stûyê wê û bidarve kirin. Rejîma Molayan a Îranê, rêya parastina hukmê giştî yê şerîatê di polîtîkayên qirkirina jinan de dibîne û li dijî xwepêşandanên protestoyî bêrehmî tevdigere. Li dijî qetilkirina Mahsa Amînî, li seranserî Îranê rê li ber hêrseke mezin û serhildanê vekir. Çalakî li bajarên Seqiz, Sinê, Shino, Bokan, Kirmanşah û Makoyê pêl bi pêl mezin bûn û di dema van çalakiyan de 4 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes hatin birîndarkirin. Divê kesek li hemberî van êrişan bêdeng nemîne. Bêdengiya li hemberî van êrişan, dê rê li ber komkujiyan veke. 
 
BERSIVA HERÎ MEZIN TÊKOŞÎNA AZADÎXWAZIYA JINÊ YE 
 
Yek ji hovîtiyên dişibe vê hovîtiya li Rojhilat hatiye kirin jî, qetilkirina leşkera ermen Anush Abetyane ku ji hêla leşkerên Azerbaycanê ve bi hovane hat îşkencekirin û qetilkirin. Em vê hovîtiyê jî şermezar dikin. Li dijî zîhniyeta mezhebperest, zayendperest, milîtarîst, faşîst û serdest bersiva herî mezin, bihêzkirina têkoşîna azadiyê ya jinan e. Em hemû jinên li dijî vê komkujiya rejîma Îranê hêrsa xwe veguherandin serhildanê û gelê Rojhilat silav dikin. Her çend ku ji bo qetilkirina jinan a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku navendên şer in hincetan nîşan bidin jî, hemû êriş komkujî îdeolojîk û polîtîk in. Divê li dijî tundiya dewlet-mêr îdeolojîk û polîtîk, parastina cewherî bê bikaranîn. Em dixwazin ji rejîma Îranê ku bi DAIŞ’ê re xwedî heman zîhniyetê re bibêjin ku jinên kurd li Rojava çawa li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dabin, dê li dijî rejîma Îranê jî bi heman awayî li ber xwe bide û bi ser kevin. Em weke jinên DBP’ê ku li bakurê Kurdistanê têdikoşin, êrişên rejîma Îranê ya li dijî çalakvanan şermezar dikin û têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê jî silav dikin.”