‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’

img

STENBOL - Berdevka Demê ya SMF’ê Dilşat Canbaz diyar kir ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê pêşengtiyê ji dînamîkên civakî re bike û wiha got: “Di demekî nêz de Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe.” 

 
Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Kedkar (EHP) jî di nav de, di 24’ê îlonê de li Stenbolê “Nexşerê” deklare kir. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û her wiha qala pirsgirêkên aborî, ked, jin, xweza û hwd. hat kirin û pêşniyar hatin rêzkirin. Her wiha banga têkoşîna hevpar li hemû dînamîkên civakê kirin. Berdevka Demê ya SMF’ê û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz têkildarî deklarasyonê axivî. 
 
Canbaz anî ziman ku pêkhateyên tifaqê xwedî bîrdoziyên cuda ne lê gelek caran “hevaltiya têkoşînê” kirine û wiha got: “Li dijî krîzên piralî, ji bo avakirina gotina hevpar tên ba hev. Gelek caran pirsgirêka kurd, aborî û elewiyan tên nîqaşkirin. Ji bo mijarên weke hemwelatiya wekhev a elewiyan, mafê jiyanê yê jinan, binpêkirinên mafan û hwd. me bi muxatabên wan re hevdîtin kirin. Me deklarasyona xwe bi hev re amade kir. Anku me negot; ‘me amade kir û ew jî tev li bûn.’ Daxwaza me, têkoşîneke hevpar e. Tiştekî gelek bi wate bû ku dema me deklarasyona xwe radigihand, karkerên EFT’ê û malbata Berkîn Elvan li eywanê bûn.” 
 
Dilşat Canbaz
 
‘TIFAQEKE DEMKÎ NÎNE’
 
Bi domdarî Canbaz got; ‘weke çepgir, sosyalîst û kurdan em gelemperî bi hev re bûn lê ji hev parçe bûn. Li dijî sepanên faşîzmê me her tim ev yek paşguh kir; heke em bi hev re têbikoşin dê bikarin guhertinê pêk bînin. Her yek ji me xwedî îdeoliyeke hêja ye lê ev bi tenê nabe. Êdî Tirkiye û Kurdistan li benda tiştekî wiha nînin. Ya ku ji me tê xwestin ew e ku bi gelê kurd re têkoşîneke hevpar bidin da ku bi hev re çareseriyê bibînin. Bi vê yekê re em dikarin têkoşîna şoerşê xurt bikin. Heke gavek were avêtin, ev gav dê li ser navê gel, kedkar, bindest û karkeran bê avêtin. Ev têkoşîn ne têkoşîneke demkî û ne jî tenê ji bo hilbijartinê ye.” 
 
‘DÊ TIFAQ BERFIREH BIBE’
 
Di berdewamê de Canbaz bi lêv kir ku li dijî êrişên desthilatdariyê ji bo ku bikarin pêşengtiyê ji têkoşîna hevpar a dînamîkên civakê re bikin derketine û wiha bi dawî kir: “Her roja me bi binçavkirin û girtinan derbas dibe. Li dijî çapemeniyê, elewiyan û hwd. rojane êriş tên kirin. Lê dînamîkên li dijî van êrişan jî hene. Divê em siyasetmedar li dijî van bêdeng nemînin. Êdî tifaqên cumhur û milet tifaqa me nîqaş dikin û dibêjin tifaqeke din jî heye. Ev yek girîng e. Piştî deklarasyonê me hinek hevdîtin kirin û di demekî nêzde dê tifaqa me berfirehtir bibe.” 
 
MA / Ergîn Çaglar