Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire

img
 
ENQERE - Zanîsta Siyasetê Eren Aksoyoglû diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê biaqil tevbigere dikare di jinûve avakirina Enqereyê de rolê bigire û da zanîn ku sedemê bertekên rastgirên tirk ji ber “avakirina alternatîfa înşayê ya hêzeke derveyî pergalê ye.”
 
Partiya Ked (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Kedê (EHP) ku li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tifaqa Ked û Azadiyê avakirin di 24ê Îlonê de “Neqşerêya” tifaqê aşkere kirin. Tifaqa ku tespît û pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ji pirsgirêka kurd heta welatîbûna wekhev, ji aboriyê heta ekolojiyê jî vegot, diyar kir ku di avakirina Tirkiyeyeke nû de li qadê ne, ew alternatîfa Tifaqa Cûmhûr a ku rejîma “yek zilamî” sazkar dike û maseya 6 alî ya li ser “revîzyona kevin” e.
 
Nîqaş û bandora derbarê naveroka deklarasyona ku Tifaqa Ked û Azadiyê aşkera kirî û peyamên dane de berdewam dikin. Zanyarê Siyasetê û Ragihînerê Siyasî Eren Aksoyoglû peyamên Tifaqa Ked û Azadiyê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re ragihand. 
 
‘ALTERNATÎFA ÎNŞAYÊ YA HÊZEKE DERVEYÎ PERGALÊ’
 
Aksoyoglû, bal kişand ku heke tifaq bi aqilane tevbigere dikare di jinûve avakirina Enqereyê de rolê bigire û wiha got: “Sedemê bertekên rastgirên tirk ên di nîqaşên ‘dayîna wezîran a HDP’ê’ de avakirina alternatîfa înşayê ya hêzeke derveyî pergalê ye.”
 
‘ANAHTAR TUTUYOR OLMA SORUMLULUĞU VAR’
 
Aksoyoglû, diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê ji xwe re bike armanc ku di jinûve avakirina Enqereyê de xitimandinên parlamenteriyê bên çareserkirin, ev yek wê were wateya çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê jî. Aksoyoglû berpirsyartiya tifaqê ya “rola diyarker” bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Heke tifaq berpirsyartiya vê bi cih bîne û fedakariyan bike wê dengdêr di hilbijartinên pêş de berdêla wî bidin. Lê divê em vê jî bizanin. Stratejiya mezinbûna Tifaqê û partiyên di nav de wê bi jinûve avakirina sîstemeke parlamenter a li Tirkiyeyê re pêkan be. Bêguman divê di nav vê de pêngavên ku her kes qezenc bike jî hebin.”
 
‘HÊZA XWE WÊ PIŞTÎ HILBIJARTINAN NÎŞAN BIDE’
 
Aksoyoglû, bi lêv kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştî hilbijartinê hêza xwe nîşan bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke namzetekî ku tifaqê razî bike, bikare di hilbijartinê de serbikeve wê girîngiya tifaqê zêde bibe. Ji ber ku motivasyona herî mezin a maseya ji şeş kesan pêk tê dijiyatiya Erdogan e. Dema vê armancê hilbijartin winda kirin û ji holê rabû wê maseya ji şeş kesan pêk tê berê xwe bide hedefên cuda. Heta dibe ku dema di nava heman kabîneyê de cih girtin wê ji teklîfên qanûnan ên di meclisê de destê xwe rakin û deynin. Mesela em bifikirin ku Peymana Stenbolê hatiye meclîsê. Gava maseya ji şeşan pêk tê fîre bide; tifaq dikare van valahiyan dagire. Ev yek tê wateya peydakirina meşrûiyetê li beşeke mezin a civakê. Bi ya min divê ev firsend ji dest neyê berdan.”
 
‘DIVÊ FIKRA BLOKA DÎROKÎ ZINDÎ BÊ HIŞTIN’
 
Aksayoglû, li ser pêşniyarên sosyo-ekonomîk ên di deklarasyonê de cih girtin wiha got: “Divê ez diyar bikim ku siyaseta aqilane ku em ji bo tifaqê tînin ziman, pêdiviya CHP’ê ya herî mezin e. Divê gelek peyamên ku CHP ji deklarasyonê bigire û peyamên germ bide hebin. Û divê ev peyam tenê bi soza ku berdana Demîrtaş re sînordar nemine. Divê fikra ku bibe blokeke dîrokî ku heta SHP'ê dirêj bibe zindî were hiştin. Bi ya min, berdêla vê ya sosyolojîk gelekî mezin e.” 
 
HER TIŞTÎ DIXIN RÎSKÊ
 
Aksoyoglû, dest nîşan kir ku maseya 6 alî ya ku îdîa dike piştî AKP'ê ava bike, bêyî ku rêgezên Tifaqa Ked û Azadiyê esas bigire hilbijartinan qezenc bike ne mimkûn e û ev tê wateya rîska her tiştî. 
 
MA / Bêrîvan Altan