Sancar: Komar dê bi rêya sêyemîn bibe komareke demokratîk

img
 
QERS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Qersê axivî. Sancar diyar kir ku komara ku ber bi sedsala duduyan ve diçe dê bi rêya sêyemîn demokratîk bibe û got ku divê tifaqa HDP'ê jî mezin bibe.
 
Bernameya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar a li Qersê didome. Sancar, piştî nîvro bi gel û dikandaran re civiya. Sancar guh li derdên dikandaran kir û anî ziman ku çareserî rêya sêyemîn e. Sancar, piştî serdana gel kir, çû otêla ku wê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakê yên sivîl re bicive. Li hêwana civînê, ji xeynê alayên HDP’ê, pankarta li ser “Me soz daye gel, çareserî em in" nivîsandî hat daliqandin. Sancar li vir axivî û wiha got: “Qers, cihekî taybet e. Çand, bawerî, gel bi hev re bi awayî aştiyane dijîn. A rast hedefa me ya ji bo Tirkiyeya siberojê ev e. Niha em bi rejîmeke yekperest û otorîter re rû bi rû ne. Em bi baweriya avakirina komareke demokratîk têdikoşin." 
 
‘ÇAVKANIYÊN WELÊT TÊN PÊŞKEŞKIRIN'
 
Sancar bal kişand li ser krîz û xizaniya li welêt û wiha pê de çû: “Komeke dewlemend, dest didin ser para mezin a çavkaniyên Tirkiyeyê. Ji sedî nodê gel di nav xizanî û sînorê birçîbûnê de dijî. Aborî hilweşiyaye. Bedela krîzê, kedkar û xizanên bi keda xwe debara xwe dikin, didin. Çavkaniyên welêt pêşkeşê çend alîgirên xwe dikin. Ciwan ji Qersê bar dikin. Sedema ku salên dawîn koçberî zêde bûye, ew e ku gel nikare li ser axa xwe debara xwe bike."
 
‘JI BO BÊDENGKIRINA CIVAKÊ TIŞTA JI DESTÊ WAN TÊ DIKIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Sancar, behsa “Qanûna Sansurê" jî kir ku li meclîsê tê guftûgokirin û wiha got: “Dest didin ser azadiya mirov, pêşniyaznameya destpêkê qanûna sansurê ye. Bi nêzbûna hilbijartinan, desthilatdarî ji bo xurtkirina rejîma xwe ya yekperest û zextker, tiştên ji milên wê tê dike. Bi ya me, em dikarin bi polîtîkayeke baş û alternatîfên rast ji heq van krîzan û rewşa zor ên li welêt derkevin. Ji lewma pêdivî bi hêzên demokrasiyê yên herî berfereh heye." 
 
‘CIVAK NE MEHKÛMÊ ÇEND VEBIJERKÊN DIYAR E’ 
 
Sancar destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi pêşengiya HDP’ê hatiye avakirin, tenê ne ji bo hilbijartinan e û wiha dom kir: “Divê em alternatîfên rastîn ên çareseriyê çêbikin. Em naxwazin civakê mehkûmê çend vebijêrkan bikin. Ji wê boneyê pêdiviya me bi bernameyên ji bo çareseriyên mayînde heye. Em bi vê armancê bi rê ketin. Sedema herî giring a pirsgirêkên em wan re rû bi rû ne, hewildana çareserkirina pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer e. Daxwaza me, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk e. Rêya çareseriyê di siyaseta demokratîk re derbas dibe."
 
‘RÊYA SÊYEMÎN‘
 
Sancar bilêv kir ku komara ku ber bi sedsala xwe ya duduyan ve diçe divê demokratîk bibe û ji bo vê bal kişand ser têkoşîna hevpar. Sancar got: “Polîtîkayên şer, sedema hilweşîna aboriyê ne jî. Aştî, ne bi tenê ji bo rawestandina çekan e. Ji bo avakirina pergaleke demokratîk bi aştî, wekhevî û bi awayekî azad e. Divê em hemû wekî welatiyên wekhev û azad ên vî welatî bijîn. Ev jî bi geşkirina têkoşîna ji bo demokrasiyê û hatine cem hev a hêzên xwe pêkan e." 
 
‘EM Ê RÊYA XWE BI HEV RE DIYAR BIKIN'
 
Sancar, li ser hilbijartinan jî axivî û herî dawî got: “Der barê hilbijartinan de spekulasyon tên kirin. Em ê rêyeke çawa bidin ber xwe, me bi danezana xwe ya par jî da zanîn. Lê dîsa jî hilbijartin jî di nav de, di çêkirina nexşerêyê de em ê teqez bi gel, saziyên civakî yên sivîl û rûspiyên civakê bişêwirin. Rêbaza me ya bingehîn şêwir e. Girtina pêşniyaz û dîtinên gel e. Guhdarî kirina li rexneyên wan e. Em ê rêya xwe bi hev re diyar bikin. Hêviya me ew e ku em ê tifaqa herî berfireh çêbikin."