Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû

img
MÊRSÎN - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç anî ziman ku têkoşîna kurdan bihêztir bû û got: “Di Komploya 9’ê Cotmehê de armanc tesfiyekirina siyaset û têkoşîna kurdan bû, lê bi ser neketin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya Rêxistina Navçeya xwe ya Akdenîzê li dar xist. Li gel endamên HDP’ê, gelek endamên rêxistinên saziyên sîvîl jî tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ser doza girtina HDP’ê û got: “Da hovên DAIŞ’ê li Kobanê qetlîamekê pêk bianiyana, li wê derê li ser navê mirovahiyê têkoşîneke dîrokî hate dayîn. Silav ji têkoşerên Kobanê re. Hevalên me ji ber vê yekê têne darizadin. Tiştên şahidên nepen vegotine hene lê ez ji we re vebêjim dê kena we pê bê. Bi rastî wek henekê ne, ji serî heya dawî heyeta dadgehê derewan dike. Hemû derewên wan hatin aşkerakirin lê belê hewl didin ku ceza bidin. Doza girtinê jî dom dike. Dixwazin HDP’ê û pêkhateyên wê tesfiye bikin. Dixwazin dengê HDP’ê ji siyasetê qut bikin. Di doza vala ya girtinê de dixwazin ji 450 hevalên me re qedexeya siyasetê derxin. Ma ev dikan e, HDP bibiryarbûn têkoşîn, polîtîka û berxwedana gel e. Ger tu bi qilfê derê wê asê bikî jî gel dê wê alê neêxe erdê û têkoşînê bidomîne. Operasyonên tesfiyekirinê dê bi ser nekevin.”
 
KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
 
Olûç, bal kişand ser komploya navneteweyî ya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan a 9’ê cotmeha 1998’an û wiha pê de çû: “Di Komploya 9’ê Cotmehê de armanc tesfiyekirina siyaset û têkoşîna kurdan bû, lê bi ser neketin. 24 sal in di vê mijarê de têkoşîn berdewam dike û pir bihêz bû. Hem wek îdarî hem wek statû bi ser ket û dê serkeftina xwe bidomîne. Operasyona tesfiyekirinê bi têkoşîna ku bilind dibe re hat valaderxistin. Ger ku îro pirsgirêka kurd pirsgirêkeke herêmê be, pirsgirêkeke ku divê hêzên navneteweyî jê re çareserî bibinin be, ev yek heman demê de tê wateya binketina operasyonên tasviyekirinê. Ji ber têkoşîna bibiryar a Birêz Ocalan e.”
 
Olûç qala girîngiya Tifaqa Ked û Demokrasiyê kir û anî ziman ku çareserî ne di tifaqa Cûmhûr ne jî ya Milletê de ye, çareserî di rêya seyemîn de ye ku gel bi hêza xwe ya cewherî pirsgirêkên xwe çareser bike. 
 
Piştî axaftinan Sevîm Mujde û Nizar Esen weke hevserok hatin hilbijartin.