HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin

img
ENQERE - HDP'ê ji ber karesata li Amasrayê şahiyên pîrozbahiya salvegera xwe ya 10'emîn betal kirin.
  
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber karesata madenê ya li navçeya Amasra ya Bartinê şahiyên xwe yên salvegera damezrandina xwe ya 10’emîn betal kirin. 
 
HDP’ê di çarçoveya salvegera 10’emîn a damezrandina xwe de li gelek bajêr û navçeyan şahiyên pîrozbahiyê amade kiribû. Piştî ku li kana madenê ya Amasrayê 28 kesan jiyana xwe ji dest dan, HDP'ê hemû çalakiyên pîrozbahiyê betal kirin.