DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne

img

AMED – DBP’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayê hefsê yê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye birîn da û wiha got: “Em bi sekna Leyla Guven re ne ku ji bo azadiya jinê têdikoşe.” 

 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî cezayê hefsê yê 11 sal û 7 mehan ku li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû birîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu aliyeke hiqûqî yê biryarê nîne û ev tişt hatin parvekirin: “Serhildana jinan a li dijî zîhniyeta serdest a mêran a li Rojhilata Navîn roj bi roj mezintir dibe. Cezayê li hevala me Leyla Guven hatiye birîn, nîşan dide bê ka saziya darazê ya bi zîhniyeta mêrê serdest û girêdayî qesrê ketiye çi rewşê.
 
‘EM LI GEL LEYLA GUVEN IN’ 
 
DBP’ê bi domdarî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji axaftinên siyasetmedareke jin ditirse û bi çûvê darazê hewl dide kesên diaxivin bitirsîne û bitepisîne. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Lê Leyla Guven ji berxwedana xwe bi qasî misqalê tawîz neda û nîşanî wan da ku xwe dixapînin. Leyla, Aysel, Gultan, Fîgen, Sebahat, Nagihan û Jîna Amîniyên ku bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li dijî zilmê serî rakirin, dê tu carî serî netewînin. Em, bi Leyla Guven re ne ku tevahiya jiyana xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya jinan derbas kiriye. Dê Leyla Guven were berdan û hûn zordest jî dê li pêşiya hiqûqê hesabê bidin.”