Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin

img
COLEMÊRG - Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Geverê got: “Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wê dere ji xelkê re û rêxistinên navnetewî re vekin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Geverê civîna gel li dar xist. Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî di nav de ji bo beşdarî civînê bibin, li ser Cadeya Cengîz Topel hat pêşwazîkirin. Şandeyê serdana esnafan kir û paşê jî derbasî avahiya HDP’ê bû. Girse heta avahiya HDP’ê meş li dar xist. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û elek dirûşmên din hatin berzkirin. Gelek welatî beşdarî civînê bûn. 
 
Olûç di civîna gel de axivî û bal kişand ser mijarên di rojevê. Olûç êrişa polîsan a di 9’ê cotmehê de li Geverê li parlamenterê wan Habîp Eksîk kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku ew bi rejîmek zordest re rûbirû ne û hêzên vê rejîmê li her derî êrişî endam, rêveber û partiya wan dike. 
 
‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛC E’ 
 
Olûç bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê û got: “Hê jî rayedarên Tirkiyeyê bersiva pirsên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de nedaye. Çend roj in rayedarên AKP’ê dibêjin ‘em çekên kîmyewî bikar nayinin’. Hemin ku hûn çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar nayinin, wan deveran ji xelkê û rêxistinên navnetewî re vekin. Bila biçin li wir lêkolînain bikin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê demildest şer bi dawî bibe û zemîna aştî û diyalogê bê amadekirin.”