Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk

img
DÎLOK  - Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl di kongreya Rêxisitina DBP'a Şahînbey a Dîlokê de axivî û anî ziman ku saziyên navneteweyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi bêdengiya xwe dibin şirîk û sûc dikin.  
 
Rêxistina Navçeya Şahînbey a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 6’emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Kongre, li avahiyê DBP’a bajêr hat lidarxistin û gelek rêxistinên civaka sivîl û endamên partiyên siyasî tev li bûn. Di eywana kongreyê de wêneyê nivîskar û akademîsyen Nagihan Akarsel hate daliqandin. Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dîwan hat hilbijartin. Hevserokê DBP’a Dîlokê Etem Unal di destpêka kongreyê de axivî.  
 
BERTEKA LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Piştî Unal Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl axivî û destnîşan kir ku konsepta şerê qirêj ên salên 1990’î yên Tirkiyeyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Herêma Federel a Kurdistanê tê berfirehkirin. Togrûl, qetilkirina Akarsel jî bi bîr xist û wiha got: "Êrişên dawî asta dijminatiya kurdan, bi awayekî şênber radixe ber çavan.”
 
Bi domdarî Togrûl bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Zap, Metîna û Avaşînê da û wiha bang li saziyên navneteweyî kir: “Li dijî gelê kurd sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Dewlet dibêje ku di envanterên AKP-MHP’ê de çekên kîmyewî nîn in. Gelek nîşaneyên vê yekê hene. Me bang li hêzên navneteweyî kir ku bila biçin herêmê û li wan deran lêkolînê bikin û rastiyan derxin holê. Ev îdia ne îdiayên niha ne û ev demekî dirêje tên kirin. Em jî dibêjin ku pêşi li van gotinan bigirin. Nexwe hûn ê bibin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê." 
 
Piştî axaftinan, Hatîce Sezgîn û Muslum Denîzhan wek hevserokên nû hatin hilbijartin.