HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi siyasetmedarên ji Rojhilata Navîn re civîneke online li dar xist. 
 
Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî geşedanên dawî bi siyasetmedarên welatên Rojhilata Navîn, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevanan re civîneke online li dar xist.  
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve yên HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, Endamên Komîsyona Têkiliyên Derve Tulay Hatîmogûllari Orûç û Bereket Kar tev li civînê bûn. Li gel nûnerên partiyên siyasî yên Filistîn, Lûbnan, Urdun, Sûriye, Misir, Iraq û Fasê gelek rojnamevan û nivîskaran, zêdetirî 20 kes tev li civîna online bûn. 
 
YEKITIYA DEMOKRATÎK
 
Sancar di civînê de ser geşedanên Tirkiyeyê yên rasterast bandora xwe li Rojhilata Navîn û Bakurê Erîqayê dike sekinî û bal kişand ser rol û girîngiya HDP’ê ya ji bo hêza yekitiya demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê.