Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da

img

AMED – Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku li gel hemû qedexe û astengiyan jî gelê Amedê herikî qada Newrozê û gelê Amedê di her şertî de xwedî li têkoşîna xwe derdikeve û bi awayek vekirî peyam da desthilatdariyê. 

Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Fîlîz Buluttekîn Newroza dîrokî ya Amedê ku bi tevlîbûna sed hezaran kes pêk hat nirxand. 
 
Buluttekîn destnîşan kir ku li gel hemû astengî û qedexeyan gel xwedî li roja berxwedanê Newrozê derket û malovaniya hemû kesên tev li Newrozê bûne kir. Buluttekîn da zanîn ku di hefteyek dawî de amadekariyên Newrozê kirin û wiha got: “Ji ber sedemên Rewşa Awarte lig elek deveran belavkirina belavokên me jî qedexe û asteng kirin. Lê bes li gel van hemû astengî û qedexeyan banga Newrozê me gihand hemû gelê xwe. Gelê me astengiyê ji holê rakir û herikî qadê. Bi taybetî eleqeya ciwanan di asta herî jor de bû. Ciwanan kêliyek jî coşa Newrozê danexist. Ji ber vê yekê jî di dema belavbûna girseyê de nêzî sed ciwanên me binçav kirin.” 
 
'LI HIN MIDÛRAN EZIYET KIRIN E’ 
 
Buluttekîn gotinên “Êdî ev nikarin mitîngan jî li dar bixin” ên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan jî bibîr xistin û wiha axivî: “Duh kamerayên polîsan tevahiya pîrozbahiyê kişandin. Rayedaran zindî temaşe dikir. Li gorî agahiyên me girtin, bi hin miduran ji ber nikaribûne girseyên Newrozê asteng bikin, eziyet bi wan kirin e. Nîqaşa dê hin rayedaran ji kar jî bigirin tê kirin. Herî dawî ku Erdogan hatibû Amedê girseyek hindik kom kiribû. Lê di Newroza Amedê mirovên kom bûn, bersivek zelal da desthilatdariyê. HDP tevgerek gel e. Em hêvîdarin dê ji peyam û bersiva gel fêm bikin. Bi sed hezaran bi yek dengekî peyamên xwe ragihandin.” 
 
'BÛ QADA HÊRSA LI DIJÎ ÊRÎŞA EFRÎNÊ’ 
 
Buluttekîn anî ziman ku qada Newrozê bû qada hêrsa li dijî êrîşên li ser Efrînê û got: “Dewletê ji xwe re texmîn dikir ku dê êdî kes bertek nîşan nede. Lê girseya duh da nîşandan dê qet dev ji têkoşîna xwe bernede û peyamên zelal da.” 
 
Buluttekîn bal kişand ser rewşa welatiyên binçavkirî û got ku di warê hiqûqî de parêzerên HDP’ê bi binçavkiriyan ve eleqedar dibin.