Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin

img
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana Gulser Yildirim a ku hatibû berdan kirin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz tevî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran hatin Mêrdînê. Bûldan û Aydenîz ên ewilî serdana HDP’a Mêrdînê kirin, dû re serdana parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim a hate berdan kirin. Di serdana li mala Yildirim de derbarê rojevê de nirxandin hatin kirin. 
 
Bûldan û Aydenîz dû re ji Mêrdînê çûn.