12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê dema xwe ya wezîfeyê ji bo çar salên din dirêj kir. 12 parlamenterên ku bertek nîşanî dirêjkirina dema parlamentoyê dan, diyar kirin ku dê nebin beşeke derqanûntiya hikûmetê û îstîfa kirin. 
 
Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê di 9’ê cotmehê de ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya. Li gorî zagonê, dema Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê 4 sale û di 6’ê mijdara 2022’yan de bi dawî dibe. Lê parlamentoyê di 9’ê cotmehê de bi dengê 80 parlamenteran dema xwe ya 5’an dirêj kir. Dema parlamentoyê heta 31’ê kanûna 2023’yan hatiye dirêjkirin.
 
Li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê nerazîbûnên parlamenteran didomin. 12 parlamenterên ku bertek nîşan dayîn, xwe ji parlamentoyê vekişandin. 
 
12 parlamenterên Koma Dadgeriya Kurdistanê û parlamenterên serbixwe yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dirêjkirina dema parlamentê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku ew parlamentoyê boykot dikin. 
 
‘NEBIN BEŞEKE VAN KIRYARÊN DERQANÛNÎ’
 
Serokê Koma Dadgerî ya Kurdistanê ya li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Ebdulstar Mecîd di daxuyaniyekê de behsa helwesta wan a li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê kir û wiha got: “Çawa ku demê zagonî ya parlamentoyê temam bûye, bi heman şêweyî dema zagona ya serokatiya herêmê, hikûmet, meclisên parêzgehan û komîsyona hilbijartinê jî temam bûye. Hemû sazî û dezgehên sereke yên dibin desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewabûna xwe ji dest dane. Niha jî piştî li dijî paşxistina hilbijartinan û dirêjkirina neyasayî ya dema parlamentoyê, me bi hev re biryar da ku ji parlamentoyê vekişin û boykot bikin. Her wiha nebin beşek ji wan kiryarên derqanûnî yên ku desthilatdar dikin.”
 
BANGA HEVGIRTINÊ KIR
 
Bi domdarî Mecîd destnîşan kir ku hemû aliyan agahdar dikin ku wê li her derê li gel hev biryaran bigirin û karbikin û wiha domand: “Zextên ji bo zûtirîn dem de hilbijartina Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê were kirin dê li dijî gendelî û derqanûntiyê dewam bikin. Bang li her aliyên ku ji rewşa siyasî ya heyî nerazîne dikin ku destê dostanî dirêj bikin. Em dixwazin bi hevre eniyek li dijî sîtemkarî, gendelî û binpêkirina zagonan ku desthilat ji bo berjewendiyên hizbî û şexsî bikartîne ava bikin. Em ê qet neçin qada ku plana rejîmê lê be. Axaftin û xebata me ya siyasî dê li dijî vê rejîmê be ku tu qîmeta tiştekî nehiştiye.”