Yildirim: Qedexeya Tûtinê dê îflaza aboriyê bine

img
SEMSÛR -  Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, di kongreya HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Semsûrê de axivî û pêşnûmaya zagonên torbe rexnekir. Adiyaman diyar kir ku ev zagon têkeve meriyetê dê aborî bi temami xelas bibe. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê li Salona Dahwetê ya Încî 2'emîn Kongreya Asayi ya Navçeya Navendî ya HDP'ê pêk anî. HDP'ê di kongreyê de alên HDP'ê û pankartên “Bila zindan vala bibin, ji girtiyên siyasî re azadî", “Ji hemû tundî, tacîz û destdirêjya li dijî jinê re na", “Tûtin karê me, nanê me û keda me ye. Nayê qedexekirin", “Jin azad bibe dê civak jî azad bibe" û “Em ranewestin ji faşîzmê re bêjin raweste" daliqandin. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag, nûnerên komeleyên Elewî û rêxistinên civakî, û gelek nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê Behcet Yildirim diyar kir ku Tirkiye êdî bi KHK’ê bi rêve diçe û wiha got: "Hikûmetae AKP'ê êdî ne aligirên gel e. Êdi gel daye aliyekî. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin niha betalî ye. Niha bi pêşnûmaya zagonên torbe ku pêşkêşî meclîsê kiriye, rê li pêş tûtinê digire. Bi vê yekê aboriya Semsûrê jî xelas dike. Niha bi tayînkirina Qeyûman vîna gel di girtîgehan de ye. Qeyûmên diz tayîn kirin." 
 
Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Ji bo Hevserokatiya rêxistina Navçeya Navendî ya Semsûrê Berivan Ergun û Sadî Gurbuz  hatin hilbijartin.