Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin

img
ENQERE - Cîgirserokên Koma HDP’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî pêşniyazname dabûn Meclisê û bi hêceta “mijarên nayên pirsîn” li wan hat vegerandin. 
 
Cîgirserokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiye li dijî endamên HPG’ê bikar tîne bi daxwaza ku Wezîrê Parastinê Hulisi Akar bibersivîne pêşniyazname dabûn Meclisê. Hat zanîn ku Serokatiya Meclisê bi hêceta “mijarên nayên pirsîn” pêşniyazname li Cîgirserokên Koma HDP’ê hatin vegerandin. Her wiha hat gotin ku pêşniyazname li dijî xala 96’emîn a rêziknameyê ye.