Hêzên Iraq û Wezareta Parastinê Erdogan derewandin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Parastina Iraqê, Fermandariya Operasyona Hevbeş a Hêzên Iraqê û Hêzên Heşdî Şebî li Şengalê Erdogan derewandin û gotin: “Tu li liv û tevgereke leşkerî ya Artêşa Tirk li dora Şengalê nîne û îdîayên Erdogan dûrî rastiyêne.” 

Berdevkê Wezareta Parastina Iraqê, Fermandariya Operasyona Hevbeş a Hêzên Iraqî û Hêzên Heşdî Şebî bi daxuyaniyên nivîskî yên cûda bersiva Erdogan dan û gotin weke Erdogan îdîa dike ku tu liv û tevgereke leşkerî li dora Şengalê nîne û daxuyaniyên Erdogan dûrî rastiyêne.  
 
Berdevkê Wezareta Parastina Iraqê, bersiva Erdogan da û got: “Eger operasyona Tirkiyeyê rast ba, dê agahiyên hikûmetê û Wezareta Parastinê ji vêya heba.”
 
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Hêzên Iraqî û Eniya 4 ya Hêzên Heşdî Şebî yên Şengalê jî bi daxuyaniyên nivîskî yên fermî ev îdîaya Erdogan a got “Wan li Şengalê dest bi dagirkeriyê kiriye” derewand.
 
Erdogan di kongreya AKP’ê ya Trabzonê de îdîa kiribû ku artêşa tirk niha li Şengalê dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye. Berê niha jî gelek caran Erdogan gef li Şengalê xwaribû û gotibû ewê piştî Efrînê êrîş Şengalê bikin.
 
Hêjayî bibîrxistinêye ku dewleta Tirk û Erdogan heya niha bi bahaneya ku hêzên PKK’ê li Şengalê hene gefa dagirkirinê li Şengalê dixwar, lê berê niha du rojan PKK’ê ragihand ku hêzên wan erka xwe ya li Şengalê temam kirin, ji vê yekê hêzên xwe Şengalê vekişandin.