Dengîr Mîr Firat: Tirkiye li Efrînê bi ser neket

img
MÊRSÎN - Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, diyar kir ku Tirkiye bi ketina Efrînê ket nava bêcaretiyê û got: “Ev ne serkeftine û Tirkiye nikare li wê derê bimîne. Serokomar Erdogan nefreta xwe ya li dijî kurdan derxist ser rûyê erdê.”
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, ketina Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevakarên wê OSO yên  Efrînê û encamên îtîfaqa AKP-MHP’ê ya ji bo gelên Tirkiyeyê nirxand. 
 
Firat, bal kişand ser Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a DYA’yê û wiha axivî: “Di vê çarçoveyê de li Rojhilata Navîn Bihara Erepan pêk anîn û pevçûnên navxweyî li Sûriyeyê destpê kirin. Tirkiye raste rast piştgirî nede pevçûnên hûndirîn jî, lê di esasê xwe de piştgiriyê dide komên oldar ên Sûriyeyê. Qet nebe çavê xwe ji biçek kirina wan re digire. Bi vî awayî hema bêjin 3 mîlyon Sûriyeyî xwe spartin Tirkiyeyê. Sûriye ser û bin bû. Ger li Sûriyeyê aştî pêk were jî, pir zehmete ku  xwe zû kom bike.”
 
‘TIRKIYE JI BO NAVBERA XWE Û RÛSYA BAŞ BIKE BERTÎL DAYÊ’
 
Firat, anî ziman ku dewletên mezin ji bo tevliheviya li Sûriyeyê bi dawî bikin dinava xwe de têkoşiyan û wiha got: “Vê rewşê hişt ku Tirkiye bê alî bimîne. Divê navberê de DYA, Rûsye  û Îranê  polîtîkayên pêwîst û leşkerî li Sûriyeyê xistin nava  tevgerê. Piştî demek şûn de, Tirkiye ket ferqa vê yekê. Cihê xwe di projeya Rojhilata Navîn de nagire û ji ber vê tê dûrxistin. DYA, Rûsya û Îran bi mûdaxileyên kirin, nehişt Tirkiyey mûdaxile bike. Her çiqasê Rûsya xwest Tirkiye û DYA’yê bîne dijberê hev, ji NATO yê dûr bixe û ji bo cihê xwe di Rojhilata Navîn de negire nêzîkatî diyar kir jî, bi ser neket. Di vê pêvajoyê de balafirekê Rûsya xistin û bi Rûsya re rageşiyek mezin derket holê. Li ser vê yekê Tirkiyeyê ji bo di navbera xwe û Rûsya baş bike xeta boruya gaza xwezayî avakir û projeyeke mezin a Santralê ya Nukleerê ya Akkuyu bi Rûsyare îmze kirin. Tirkiye bi van bertîlan Rûsya îqna kir. Di encama hin evpeymanên dinavbera Tirkiye û Rûsya de ‘Mertala Firatê’ destpêkir. Qeke nêzî 2 hezar kare teslîmî leşkerên Tirkiyeyê hat kirin. Li gel vê yekê herî dawî projeya Efrînê kirin dewrê. Berî ev proje bikeve dewrê Rûsyayê leşkerên xwe ji wir vekişand. Rûsyayê qada hewayê jî ji Tirkiyeyê re vekir.”
 
‘TRKİYE NIKARE LI EFRÎNÊ BIMÎNE’ 
 
Firat, da zanîn ku bi ketina Tirkiye ya Efrînê re dixwaze di hevbeşiya Rojhilat Navîn de cih bigire û wiha bilêv kir: “Li Rojhilata Navîn lîstikek pir mezin heye. DYA û Rûsya ev rol dan Tirkiyeyê. Ji bo Tirkiyeyê bixin tengaviyê, teşwîqû çirava Sûriyeyê kirin. Ketina Tirkiye ya Efrînê xetayek mezine. Efrîn herêmek biçûke. Ligel ku artêşa Tirkiyeyê artêja mezin a duyemîn a NATO’yê bû  jî, encex karî di 2 mehan de bikeve navenda Efrînê. Ev ne serkeftine. Cihek dagirkirin pir rehete, lê pirsgirêkên li wir çareser kirin pir zore. Mijara Efrînê jî dişibe vê yekê. Tirkiye nikare li Efrînê bimîne.”
 
‘TIRKIYE BÊCARE MAYE’ 
 
Firat, di dewama aftina xwe de wiha got: “Ji bo ku Tirkiye li Efrînê daîmî bimîne divê pêş de here. Lê gava bixwaze pêş de biçe dê li hemberî xwe leşkerên Rûsya û Sûriyeyê bibîne.  Ji ber ku Tirkiye nikare di aliyê başûr de pêş de biçe, dê berê xwe bide aliyê Minbiçê. Ji xwe gotinên dawî yên desthilatdariyê wihane. Ji destpêkê de DYA li dijî pêşde çûna Tirkiyeyê ye. DYA herêmên kontrol dike bi tu awayî nade Tirkiyeyê, ger bê xwestin dê li dijî vê yekê derbikeve. Tirkiye nikare bikeve rîskeke wiha. Yanî Tirkiye bi ketina Efrînê ket nava bêcareseriyê. Ger Tirkiye li dijî Iraqê jî dest bi operasyonekê bike, dê serkeftî nebe.”
 
Firat, bal kişand ser bêdengiya DYA ya li dijî operasyona li ser Efrînê jî û wiha rêz kir: “Ji ber ku li herêma Efrînê tu îdîayên DYA tuneye, bêdeng ma. Îdîayên DYA herî zêde li herêma Qamişlo hene. Ji ber ku li wê herêmê gaza xwezayî û petrol heye. Çawan ku şansê Tirkiyeyê di Rojhilata Navîn de tuneye, li Sûriyeyê jî tuneye. Herêmêk dagir kirin cûdaye û ew der di destê xwe de girtin cûdaye.”
 
‘ÊRÎŞÎ KAWA KIRIN ENCAMA DIJMINANTIYA KURDANE’ 
 
Firat, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Êrîşî peykerê Kawayê Hesinkar kirin, encama dijminantiya kurdane. Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan, digot ‘li wê derê çi bikeve ber me emê wêran bikin. Ji bo ku em wê herêmê ji bo kesên di welatê me de dijîn bi ewle bikin, em ketin wir. Ev gotin û tevgerên Erdogan hişt ku peykerê Kawa bê şewitandin û rûxandin. Êrîşa li dijî peykerê Kawa, li dijî hemû gelê kurde û encama hesên kîn û nefreta li dijî gelê kurde. Êrîşa li hemberî peykerê Kawa ne li dijî PKK û YPG’ê ye, li dijî kurdên çar parçeyên Kurdistanê ye.”
 
‘AKP’Ê HESTÊN XWE YÊN BOZKURT DERXISTIN HOLÊ’  
 
Firat, behsa itiqa AKP û MHP’ê kir û wiha  bi dawî kir: “Ev itiq rûyê rast ê AKP’ê derxist holê. Serokomar Erdogan li Mêrsînê îşareta bozkurd çêkir. Ev tiştekê ku mirov pê mat bibe nîne. Ji ber ku AKP’ê hestên xwe yên bozkurtê yên dinava xwe de vedişart derxist holê. Ev tevger dengên AKP’ê zêdetir nake.  A girîng ew bû  ku gelê kurd bi vê tevgerê rûyê rast ê AKP’ê baştir dît û nas kir. Gelê kurd dê li dijî îşareta bozkurt a AKP’ê, di sandiqên hilbijartinê de, dê cewaba herî rast bide.”    
 
MA / Nurhan Kuzu – Haci Yusuf Topaloglu