Budçeya şer 10 qet zêdetir bû

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun da zanîn ku di dema hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji bo budçeya parastin û ewlekariyê 45 milyar lîre û di sala 2023’yan de jî 460 milyar TL budçe hatiye veqetandin. 
 
Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin. Îro jî li ser budçeya Wezareta Veguhestin û Bintesaziyê hevdîtin hatin kirin. Di hevdîtinan de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Şevîn Coşkun axivî û got ku budçeya AKP’ê amade kiriye, budçeya îsrafê û ya qesrê ye û ev tişt anî ziman: “Di vê budçeyê de astengdar, kedkar, jin, ciwan, xwendekar, zarok û cotkar tune ne. Ev budçeye budçeya qesrê, şer û hilbijartinê ye.” 
 
Bi domdarî Coşkun bi bîr xist ku di sala 2022’yan de 230 milyar TL û di sala 2023’yan de jî ji bo lêçûnên leşkeriyê 460 milyar TL budçe hatiye veqetandin û wiha domand: “Ji her 8 lîreyên budçeyê lîreyek jê bo şer dike. Lê dema ku di navbera salên 2013-2015’an de li Îmraliyê hevdîtin dihatin kirin, di sala 2014’an de ji bo çek û ewlekariyê tenê 45 milyar TL bûn. Anku ji 10 parên budçeya 2023’yan bi qasî parekî jî nake. Lewma jî em li dijî şer, talan, xizanî û cihêkariya zayendî, ji vê budçeyê re dibêjin na.” 
 
 
ÊRIŞÊN SER ÇAPEMENIYA AZAD 
 
Di berdewamê de Coşkun bal kişand ser êrişên li dijî çapemeniyê û wiha bi dawî kir: “Li dijî rastiyan, pêdiviya îktîdarê bi sansûrê hebû. Bi Qanûna Sansûrê re êrişên li dijî rojnamegeran jî zêdetir bûn. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG); di 2 mehên dawî de bi ser malên 14 rojnamegeran de hatiye girtin, 22 rojnameger hatine binçavkirin, 20 jê rastî miameleyeke xerab hatine, derheqê 13 rojnamegeran de bi giştî 31 sal û 7 meh û 24 roj cezayê hefsê hatiye dayîn. Her wiha 90 nûçe jî hatine astengkirin. 17 jê jin bi giştî niha 87 rojnameger di girtîgehê de ne. Ji van rojnamegeran 26 jê di nava 6 mehên dawî de hatin girtin. Her wiha nûçegihanê ANHA’yê Îsam Abdullah di encama êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da û rojnameger Muhammed Ceradê jî birîndar bû.” 
 
PÊŞNIYARA ‘BUDÇEYA ÇARESERIYÊ’ 
 
Coşkun, daxuyand ku armanca îktîdarê ya ji budçeyê ew e ku rejîma xwe bidomîne û wiha bi dawî kir: “Em vê budçeya îktîdarê qebûl nakin. Tekane çareserî, budçeya HDP’ê ye ku hemû gelan, bindestan, jinan, ciwanan û kesên aştîxwaz, dadperwer û demokrat esas digire.”