Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî

img
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê yên di Lijneya Giştî ya Meclisê de têkildarî budçeya Wezareta Perwerdehiyê mafê axaftinê wergirtin, xwestin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî were vekirin. 
 
Di rûniştina 6’an a Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan a di Lijneya Giştî ya Meclisê de budçeya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Perwerdehiyê tê nîqaşkirin. 
 
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ  
 
Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul ê li ser budçeya Wezareta Perwerdehiyê axivî, qala şertên xebatê yên mamosteyan kir. Bulbul destnîşan kir ku divê perwerdehiyeke laîk û wekhev bê kirin û got: “Divê herkes bi zimanê xwe yê dayikê perwedehiyê bibîne. Zimanê min qedexe ye.
 
Nijadperestiyek û yekperestiyek heye. Pirsgirêkeke herî girîng a Tirkiyeyê yekperestî, yek zimanî û yek bawerî ya di perwerdehiyê de ye. Divê dersa olî ya mecbûrî bê rakirin û li gorî biryarên DMME’yê bê tevgerîn. DMME’yê ev yek li dijî perwerdeya laîk, demokratîk û zanîst dît û got ‘vê rakin’.”
 
REWŞA ZANÎNGEHAN  
 
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî qala rewşa zanîngehan kir û wiha got: “Hemû rektorên zanîngehan ji aliyê kesekê ve tên tayînkirin. Li girêdayîna wan a partiyê tê nêrîn û parlamenterên AKP’î yek bi yek tayînî zanîngehan tên kirin. Ev rektor mirovên yek zilamî yên li zanîngehan e. Li zanîngehê tu lijne naxebitin.”
 
‘DI BUDÇEYÊ DE KURD NÎNIN’
 
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî diyar kir ku di budçeyê de kurd nînin û wiha got: “30 milyon kurd di vê budçeyê de tune hatine hesibandin. Ji ber vê yekê kalîteya perwerdehiyê kêm e. Di budçeyeke ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji nedîtî ve tê de, kalîteya perwerdeyê jî dê kêm be. Dema ez diçûm dibistana seretayî min peyvek bi tirkî nidizanî. Ez çûm dibistanê lê tirkiya min hêj jî xerabe ye. Lê li welatên ku nû pêş dikevin, dikarin ji bilî zimanê xwe yê dayikê 3-4 zimanên din jî hîn bibin. Li Tirkiyeyê pergaleke perwerdehiyê ya yekperest hatiye amadekirin.”
 
Taşçier, di berdewamê axaftina xwe de wiha got: “Hûn zimanê fermî li me ferz dikin. Yekane rêya guhertina van di têkoşînê re derbas dibe. Divê zimanê 30 milyon welatiyên kurd ên li Tirkiyeyê dijîn bibe zimanê fermî yê duyemîn. Ev ne qenciyeke mafê me yê xwezayî ye.”