Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir

img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û endama Meclisa Partiyê Bedriye Yorgun bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Endama Meclisa Partiyê Bedriye Yorgun bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kirin. Hevdîtin li Nevenda Giştî ya HDP’ê hat kirin û li ser şêweyê xebatê yê Meclisa Jinan, pergala hevserokatiyê û pergalên nûnertiyên wekhev, têkoşîna jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê, êrişên li dijî têkoşîna jinan û Peymana Stenbolê hate axaftin. 
 
Di hevdîtinê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wiha got: “Divê em li dijî êrişên ser têkoşîna jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê, têkoşîna enternasyonal mezintir bikin.” 
 
Piştî hevdîtinê jî şande ji HDP’ê çû.