Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da û wiha got: “Ez vê eybê şermezar dikim.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû li ser hesaba xwe ya twîtterê bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ku tevî girseyê dixwest li Kadikoyê daxuyaniyê bide da û wiha got: “Nabe ku serokên tu partiyên siyasî, di bin ti şert û mercan de li ser fermanê bibin muxatabê dorpêça polîsan! Ez, eyba li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar hatiye kirin şermezar dikim.”