Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî partiya wan da û wiha got: “Dê bersiva şimaqa duh hatiye avêtin li ser sindoqê were dayîn. Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqiyan bipirsin.” 
 
Malbatên girtiyan duh bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, xwestin li Kadikoy a Stenbolê meşekê li dar bixin. Di dema meşê de polîsan êrişî girseyê û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ferhat Encu kir. Têkildarî êrişê HDP’ê xwest li pêşiya avahiya HDP’a Kadikoyê daxuyaniyê bide. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê, pêkhateyên partiyê, nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
HEVSEROK BI ÇEPIKAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN 
 
Beriya daxuyaniyê, derdora avahiya partiyê bi polîs û wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin. Her wiha polîsan hewl dan bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Kadikoyê çalakiyê asteng bikin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji hêla girseyê ve bi çepik, tililî û dirûşman hatin pêşwazîkirin. 
 
DIRÛŞMAN OLAN DA 
 
Li pêşiya avahiya partiyê ku polîsan bi mertalên xwe dorpêç kiribû dengê dirûşmên “Gelê kurd ranezê xwedî li vîna xwe derkeve”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Ferhat Encu rûmeta me ye” û “Zext dê nekarin me têk bibin” olan da. Polîsan bi gaza îsotê êrişî girseyê kir. Di vê navberê de rojnameger hatin derbkirin û ji qadê hatin dûrxistin. Girseyê jî li dijî vê helwesta êrişkar a polîsan dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe”, “Bimre faşîzm” û “Dê dewran biguhere û AKP hesabê bide gel” berz kir. 
 
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu û gelek endam û rêveber jî di nav de nêzî 100 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di vê navberê de qêrînên dayikên ku polîsan îşkence lê dikirin hatin bihîstin. Kesên hatin binçavkirin bi dirûşmên “HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e”, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Heq, hiqûq, edalet” li ber xwe dan. 
 
SANCAR: EM Ê YEK BI YEK HESABÊ TEVAN BIPIRSIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li pêşiya dorpêçê bertek nîşanî astengkirina polîsan da û wiha got: “Ev dorpêç û êriş nîşaneya tirsa wan e. Îktîdar hewl dide bi vê tundiyê xwe li ser pêyan bigire. Ev yek nîşaneya tirsa wan a ji têkoşîna demokrasiyê ye. Lê em ê bi tu awayî dev ji vê têkoşînê bernedin û heta dawiyê bidomînin. Em ê li ser sindoqê bersiva vê pir vekirî bidin. Piştre jî em ê li pêşberî edaletê yek bi yek hesabê van bêhiqûqiyan tevan jî ji wan bipirsin. Dê pergala edaletê bê vî welatî û hemû berpirsyarên bêhiqûqî û sûcan hesabê bidin. Tu dorpêç nikarin me têk bibin. Dê bersiva herî mezin a vê şimaqê li ser sindoqê were dayîn.”
 
TEMELLÎ: TEŞHÎR BÛN 
 
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temel bal kişand ser dorpêça polîsan û wiha got: “Hewl didin sûcên xwe veşêrin lê hemû sûcên wan teşhîr bûne. Tiştên ku îro diqewimin, şêweyê rêvebirina îktîdarê ye. Ev îktîdar bi rêya dijminatiya li kurdan, şer, tecrîd, êriş û zextan hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Lê xwe dixapîne. Di esasê xwe de li vê derê nîşan dide bê ka çiqasî têk çûye û riziyaye. Dixwazin di şexsê HDP’ê de tevahiya welêt dorpêç bikin.” 
 
Piştî dorpêça polîsan jî Hevserokên Giştî yên HDP’ê û şandeya pê re derbasî avahiya rêxistina navçeyê bû. Tê payîn ku piştî serdanê daxuyanî bê dayîn. 
 
MEŞ HATE KIRIN
 
Her wiha gelek kes bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a HDP’ê li ser Cadeya Sogutluçeşmeyê hatin ba hev û ber bi Kolana Kirtasiyecîlerê ve meşiyan. Di vê navberê de ciwanan bi yekdengî dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Ciwan heta demekî dirêj li kolanan meşiyan û piştre jî belav bûn.