Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da û wiha got: “Ên ku li dijî neheqiyê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in. Em ê bi hev re têbikoşin.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP)  Kemal Kiliçdaroglû di civîna koma partiya xwe de axivî. Kiliçdaroglû li gel Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê û “qedexeya siyasetê” lê hatiye birîn, tev li civînê bû. 
 
BERTEK NÎŞANÎ DORPÊÇKIRINA SANCAR DA 
 
Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar duh li Kadikoyê ji hêla polîsan ve da û wiha got: “Yek ji bûyerên bingehîn e ku nîşaneya tunebûna demokrasiyê ye. Hevserokeke Giştî (Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar) nikare biçe avahiya partiya xwe ya Kadikoy a Stenbolê. Çima? Ji ber ku fermana ‘hûn nahêlin bikeve hundir’ hatiye dayîn. Serokeke giştî yê partiyeke siyasî ku 6 milyon deng standine nikare biçe avahiya partiya xwe. Yên ku li hemberî neheqiyê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in. Ew şeytan in û vê dikin lê em jî dê bi hev re têbikoşin.” 
 
‘EM Ê WE BIXENIQÎNIN’
 
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ji bo cezayê li Îmamoglû hatiye birîn gotibû; “Ez ê peywira wî bidim sekinandin.” Kiliçdaroglû bertek nîşanî Soylu da û wiha got: “Tu kî yî ku xwe dibî rêza Ekrem Îmamogl! Tu nikarî bibî neynûka Ekrem Îmamoglû jî! Ji bo ku bikarî navê Ekrem Îmamoglû bibêjî divê ji ewil divê xwe bişoy. Tu hatî tayînkirin lê ew hatiye hilbijartin. Sextekarên krîpto bi te re ne, agahîdayîna mafyayan karê te ye, tu bi baronên tiryakê re wêneyan dikişîn û yekemîn zilamê pereyê qirêjiyî. Dibêjî qey haya min ji van nîne! Îmamoglû ji bo we pariyeke mezin e. Dê di qirika we de bimîne û hûn dê bixeniqin. Em ê we bixeniqînin, bixeniqînin!”