Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin

img
ENQERE -  Jinên siyasetmedar ku betalkirina parlamenteriya Semra Guzelê weke êrişa li dijî destkeftiyên jinan nirxandin wiha gotin: “Biryarê nas nakin. Semra Guzel hem vîna me hem jî hevrêya me ye.”
 
Piştî ku çendek wêneyên di lêpirsîna sala 2017’an a derheqê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de li ser çapemeniyê hatin parvekirin, parêzbendiya wê hate rakirin û di 3’yê îlonê de hate girtin. Di dengdayîna di 21’ê kanûnê de li Lijneya Giştî ya Meclisê hate kirin de parlamenteriya Guzelê hate betalkirin. Piştî ku parlamenteriya Guzelê hate betalkirin, hejmara parlamenterên jin ên li Meclisê jî daket 99’an. Siyasetmedarên jin ên betalkirina parlamenteriya Guzelê weke “Di serî de vîna gelê kurd vîna jinan û kesên têkoşîna mafên mirovan dimeşînin tune hate hesibandin” şirove kirin li dijî êrişên desthilatê yên ser jinan û vîna wan bal kişandin ser têkoşînê. 
 
 ‘HILBIJARTIYÊN GEL’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, da zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê demekî dirêje bi destê darazê hewl dide zextan li muxalefet, demokrasiyê û parazvanên mafên mirovan bikin û wiha got: “Parlamenteriya Leyla Guvenê jî bi vî şiklî betal kirin. Ev rewş di serî vîna gelê kurd, tunehesibandina vîna jinan, kesên têkoşîna mafên mirovan didin û sosyalîstan e. Parlamenteriya wan were betalkirin jî ew hilbijartiyên gel in. Wê her tim parlamenterên me û vîna me bin.”
 
‘BIRYARÊ NAS NAKIN’  
 
Yuce, destnîşan kir ku biryarê nas nakin û vê yekê tu car qebûl nakin. Yuce, anî ziman ku êrişeke kul i dijî destkeftiyên jinan hate kirin jî bû betalkirina parlamenteriyê û wiha berdewam kir: “Demekî dirêje li dijî jinan li hemû qadan êrişeke mezin heye. Lê tevî vê yekê jî jin têkoşîna xwe didomînin û mafên xwe diparêzin. Desthilat ji vê yekê aciz dibe û êrişî jinan dike. Divê li dijî vê yekê hemû jin zêdetir parlamenterên jin biparêzin. Divê em hem xwedî li wan hem jî xwedî li vîna xwe derkevin.” 
 
‘HEM VÎNA ME HEM JÎ HEVRÊYA ME YE’ 
 
Yuce, bi bîr xist ku Guzel bi wêneyên beriya çend salan hatine kişandin hedef hate nîşandan û hate girtin û ev tişt gotin: “Desthilat bi xwe van lîstikan dinivîse di darizîne. Em serî li ber van natewînin. Guzel niha di girtîgehê de ye lê hem vîna me ye hem jî hevrêya me ye. Ew ê li hundir em ê li derve têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku em polîtîkayên nijadperest û dijminatiya jinan a desthilatê pûç dikin êm li her qadê têbikoşin.”
 
Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî destnîşan kir ku divê betalkirina parlamenteriya Guzelê ji konsepta siyasî ya gelemperiyê Tirkiyeyê cuda negirin dest û wiha got: “Desthilata siyasî demekî dirêje encamên ku nikarîn bi hilbijartinê bike bi destê darazê mudaxile dike, hêza desthilatê bikartîne û hewl dide mafê gel ê bijartin û hilbijartinê pûç bike û vîna gel a hilbijartinê xesp bike. Biryara Guzelê jî berhema vê polîtîkayê ye. Bi taybetî zextên li ser parlamenterên hilbijartî, qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, qedexeya siyasetê ya ji Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû û Ekrem Îmamoglû re anîn, qedexeyên greve, mîhrîcanên çand û hunerê û konseran encama polîtîkayên desthilata siyasî ne.” 
 
 Gurkan, da zanîn ku dema mirov li temamiya wêne dinêre, tê dîtin ku hewldanên ji bo birêxistinkirina “rejîmeke faşîst a siyasî” hene û got: “Polîtîkayên tên meşandin, parçeyek ji vê hewldanê ne. Ji ber vê yekê, rakirina parêzbendiya Guzel û betalkirina parlamenteriya wê, destwerdanek li mafê gel ê bijartin û hilbijartinê ye. Xespkirina vîna gel e.”
 
‘ÊRIŞA LI DIJÎ NÛNERÊN JINAN E’
 
Seroka Giştî ya Malêngel (Halkevleri) Nebiye Merttuk jî anî ziman ku parêzbendiya Guzel bi hedef nîşandanê bi awayekî dijhiqûqî hate rakirin û wiha got: “Guzel a girtî ye bi hinceta neçûye Meclisê parlamenteriya wê hate betalkirin. Di serî de peyama hate xwestin bê dayîn, tundiya li Semra Guzelê hate kirin li vîna gel hatiye kirin. Li Meclisa ku zilam lê zêde ne betalkirina parlamenteriya Guzelê di heman demê de êrişeke li dijî vîna jinan û nûnerên wan e. Bi vê faşîzma tê pêkanîn re dixwazin civakê bitirsînin.”
 
‘EM LI DIJÎ BÊ HIQÛQIYÊ NE’
 
Mertturk, têkildarî betalkirina parlamenteriya Guzelê herî dawî wiha got: “Em li dijî vê bêhiqûqiya li Guzelê hatiye kirin in. Ev helwest derbeyeke mezin a li vîna gel hatiye dayîne, nayê qebûlkirin.”
 
MA / Zemo Aggoz