‘Navê qîrîniya di dirûşmeyên Newrozê de Efrîn bû’

img

MÊRDÎN – Hevberdevka KCD’ê ya Mêrdînê Adalet Kaya der barê Newrozê 2018’an ku bi milyonan kes daqetin qadan û pîrozkirin de got: “Li qadan di dirûşmeyên jinan de qîrîniyek hebû. Navê vê qîrîniyê Efrîn bû.” 

Îsal jî tevî hemû astengî û çewisandinan jî bi milyonan kes daketin qana û bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin. Li Nisêbîn û Cizîrê ku di dema qedexeyên derketina derve de bi awayekî zêde hatin rûxandin, di pîrozbahiya Newrozê de xwedî li berxwedana Efrînê hat derketin û bi awayekî tund bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hat dayîn. Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Mêrdînê Adalet Kaya, peyamên di Newrozê de hatin dayîn nirxandin. 
 
‘JINAN NÎŞAN DA KU EW POLÎTÎKAYÊN ŞERÎ NAS NAKIN’ 
 
Kaya, bi lêv kir ku Newroz ji bo gelê kurd tê wateya berxwedanê û Newroza 2018’an ji bo jinan zaf girîng bû. Kaya, bal kişand ser çewisandinên bi KHK û Rewşa Awarte li ser jinan tên kirin û got: “Jin daketin qadan û nîşan dan ku ew Rewşa Awarte, KHK, polîtîkayên hepskirina malan û şerî nas nakin. Jinan ji Stenbolê heta Amedê bi tilîlî û rengên xwe qad tijî kirin. Jin daketin qadan û careke din xwe anîn ziman.” 
 
Kaya, diyar kir ku di pîrozbahiyên îsal de jinan peyamên der barê êrîşên li ser Efrînê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de dan û got: “Jinan bi daketina qadan gava ji bo azadîbûyînê avêtin. Bi ruhê Newrozê wê axa derem a li ser xwe avêtin.” Kaya, destnîşan kir ku jinên daketin qadên Newrozê qîrîniya jinên li Efrînê di dilê xwe de hîs kirine û got: “Li qadan di dirûşmeyên jinan de qîrîniyek hebû. Navê vê qîrîniyê Efrîn bû. Me reş girêneda. Ji dêvla şîngirtinê, em daketin qadan.”