Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl biryara blokekirinê ya AYM’ê daye wek sosret pênase kir û got: “Gelo AYM di bin fermana kê de ye?”
 
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrûl li Desteya Giştî ya Meclisê axivî û bertek nîşanî blokekirina hesabên HDP’ê ya ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) pêk hat, da. 
 
Togrûl da zanîn ku ew ji vê biryara AYM’ê ya bêhiqûqî re dibêjin na. Togrûl got bi fermana îktidarê tê xwestin xelk were terbiyekirin. Togrûl da zanîn ku ev yeka ku hatiye kirin li dijî îradeya kurdan darbeyek nû ye û got: “Siyaseta blokekkirinê nikare me ji doza me dûr bixe. AYM’ê ne HDP’ê xwe bloke kiriye. Beterefiya xwe winda kiriye û bi awayek eşkere bi fermana îktidarê dijminatiya kurdan kiriye. AYM’ê deqek reş li eniya xwe xist. Hiqûqa dijminatiyê ye û AYM di hiqûqê de sosretiyê dike. Ji bo HDP alîkariyê wernegire, bi lez û bez vê biryarê dan. Li tu deverê dijminatiyek wiha nehatiye dîtin. Em carek din dipirsin; Gelo AYM di bin fermana kê de dixebite? Lê em ê dawî li vê zilma wan bînin.”