HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir

img
ENQERE - Komîsyona Zarokan a HDP’ê têkildarî bikaranîna zarokan a di medyayê daxuyanyek da û çapemenî hişyar kir.
 
Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz têkildarî bikaranîna zarokan a piştî erdhejê li ser medyayê bi sernavê “Zarokên bûne mexdûrên erdhejê nekin alava propagandaya xwe ya siyasî” daxuyaniyek dan. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hem HDP’ê û hem jî rêxistinên civaka sivîl di mijara nûnertiya zarokên erdhejê ya li ser medyayê hişyariyên pêwîst kirine û wiha hat gotin: “Îktîdar û medyaya alîgir hem beriya erdhejê û hem jî piştî erdhejê helwesta xwe ya ku zarokan weke alavê bi kar tînin domandiye. Em dibînin ku medyaya muxalîf jî bûye parçeyeke vê mijarê. Em careke di bi bîr dixin û hişyar dikin; li ser wêne û dîmenên zarokên erdhejê weşanên ajîtatîf û sansasyonel çênekin. Zarokan, nekin amûra propagandaya xwe ya siyasî. Zarok, kirdeyên piştevaniya civakî ne. Banga me ji bo hemû çapemeniyê ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin û li berpirsyartiya xwe rabin.”