‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’

img
RIHA - Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş bertek nîşanî Erdogan da ku ji gel xwestibû heqê xwe lê helal bikin û wiha got: “Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê têkildarî erdhejê li avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Meral Halat jî tev li daxuyaniyê bû. 
 
Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş da zanîn ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyên xwe li xwe mikûr hatiye dewletê di erdhejê de berpirsyariya xwe bi cih ne aniye. Atiş, bertek nîşanî Erdogan ku ji gel dixwest heqê xwe lê helal bikin û wiha got: “Dema mirov li dîmenên herêmên erdhejê dinihêre, Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe.  Wehşetek çêbû. Bûyereke xwezayî çêbû lê hikûmeta navendî veguherand karesateke mezin.”
 
‘ME NE AFAD Û NE JÎ HEYVA SOR LI QADÊ NEDÎT’
 
Piştre jî Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar axivî û ev tişt anî ziman: “Welat ne di bin kavilên erdhejê de lê di bin kavilên siyasî de ma. Ji ber ku rêveberên welatan ji ewil ji bo karesatên xwezayî tevdîran digirin. Her wiha ji bo pêvajoya piştre amadekariyan dikin. Lê di vê erdhejê de me ne AFAD û ne jî Heyva Sor li qadê nedît. Rêxistina me ya Rihayê 53 wesayîtên alîkariyê şandin herêmên erdhejê.”