Bahçelî Amedspor hedef girt û êrişên faşîst silav kir

img
ENQERE - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Amedspor a ku li Bursayê rastî êrîşên faşîst hatibû hedef girt, êrişên faşîst silav kir û wiha got: “Li gorî me cihekî bi navê Amedê tune ye, dê kesek nekare behsa tîmeke bi navê Amedsporê bike.” 
 
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de Amedspor a ku li Bursayê rastî êrişên faşîst hatibû hedef girt. Bahçelî, wiha got: “Li gorî me cihekî bi navê Amedê tune ye. Dê kesek nekare qala tîmeke bi navê Amedsporê bike. Ez alîgirên Bursasporê silav dikim. Ji ber sekna wan a neteweyî ez wan pîroz dikim.”