HDP'ê têkildarî êrişa nijadperest giliyê berpirsan kir

img

ENQERE – HDP'ê têkildarî êrişên nijadperest ên li Bûrsayê li hemberî Amedsporê hatin kirin, giliyê berpirsan kir. 

 
Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrişên nijadperest ên li Bûrsayê li hemberî Amedsporê hatin kirin, giliyê berpirsan kir. 
 
Di serlêdanê de giliyê Waliyê Bûrsayê û cîgirên wî, rayedarên Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê, polîs û elekraên taybet ên roja maçê peywirdar, rayedarên Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê, rêveberên Bûrsasporê, lîstikvanên Bûrsasporê û hakemên peywirdar hat kirin. 
 
Di serlêdanê de delîl, wêne û dîmen jî hatin berpêşkirin.