Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin

img
ENQERE - Partiya Çep a Kesk û HDP di 30’yê adarê de dê Danezana Hilbijartinê eşkere bike û kampanya hilbijartinê bide destpêkirin. 
 
Partiya Çep a Kesk û Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) di 30’yê adarê de Danezana Hilbijartinê eşkere dikin. Bi îmzeya Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar vexwendname ji partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên kedê û her wiha ji kesayetên navdar re hat şandin.
 
Dê şahiya eşkerekirina danezanê ango destpêkirina xebata hilbijartinê li Enqereyê bê lidarxistin û wê bi Danezanê Hilbijartinê re dirûşm û strana hilbijartinê jî bê danasîn. 
 
Partiya Çep a Kesk û Meclisa Jinan a HDP’ê jî dê di 2’yê nîsanê de Danezana Hilbijartinê ya Jinan eşkere bikin.