Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin

img
ENQERE - Meclisa Partiyê ya Partiya Çep a Kesk diyar kir ku ew ê li dijî rejîma yek zilamî ala têkoşînê bilind bikin û got: “Em banga avakirina bi hev re ya komara demokratîk dikin. Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin.” 
 
Meclisa Partiyê ya Partiya Çep a Kesk di 26’ê adarê de civîna xwe li dar xistibû. Encamnameya civînê hat eşkerekirin. 
 
Di encamname ango danezanê de hat diyarkirin ku ew ketine pêvajoyek krîtîk a hilbijartinê û wiha hat gotin: 
 
“Bindest, demokrat, şoreşger, elewî, kurd, jin û ciwanên vî welatî bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne ku ji vê rejîma yek zilamî ya mêtinger, ewlekarî rizgar bibin û ber bi Komara Demokratîk ve gavekê biavêjin. Li ser mile me maye ku em vê derfetê bikar bînin û em ê bikar bînin.
 
PARTIYA ÇEP A KESK WÊ ALÊ HILDE 
 
Partiya Çep a Kesk ku li dijî gefên li dijî HDP'ê bê teredud erka xwe ya yekitiya şoreşger-demokratîk bi cih tîne, beriya niha gotibû ku ew ê di vê pêvajoyê de gelên Tirkiyeyê bê bijarte nehêlin. Piştî biryara lijneyên rayedar ên HDP'ê, em ê ala têkoşîna ku di pêvajoya hilbijartinê de weke Partiya Çep a Kesk bi hev re dewam kiriye hilgirin û bilind bikin da ku ba bide. Em ê bi pêkhateyên HDP’ê re ji bo daxwazên civakê yên wekhevî, azadî, aştî, demokrasî û edaletê bixebitin û di bin banê meclise de van daxwazan biparêzin.
 
EM Ê BI HEV RE AVA BIKIN 
 
Polîtîkayên AKP-MHP’yê yên rantê û spartiye înşeatê di erdhejên dawî de derket holê. Erdhejên ku bi deh hezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, ne qeder bû encama polîtîkayên îktidarê ye. Ev îktidara ku guh nade xwezayê, guh nade mafên xwezayê û bi çavbirçîtiya qezencê li her tiştî dinêre, bi erdhejê re hilweşiya. Em ê bi hemû gelan, komên baweriyan, bindestan, jin û ciwanan re vê hilweşînê ji holê rakin. Em ê bi hev re bajarên ku li dijî felaketan berxwedêr û bi xwezayê re lihevhatî ava bikin.
 
EM Ê TÊKOŞÎNA BERFIREH BIAFIRÎNIN 
 
Em ê rêxistineke berfireh ava bikin ku têkoşîna azadiyê ya hemû gelên bindest bi taybet gelê kurd bidomînin. Li dijî polîtîkayên şer û ewlehiyê yên ku îktidarê dimeşîne, em ê ji bo aştiyeke mayînde têbikoşin. 
 
Emê ji bo ekolojiyê têkoşîna xwe bidomînin û dawî li polîtîkayên talana îktidarê bînin. 
 
Em ê bibin wesîleya parastina daxwazên hemû kedkarên ku di nava krîza mezin de roj bi roj xizantir dibin, ewlekariya kar û ewlehiya wan hatiye qutkirin û li dijî van ji bo jiyaneke mirovî, maf û azadiyên sendîkayî têbikoşin. 
 
ÎRADEYA LI QADÊN NEWROZÊ 
 
Weke Partiya Çep a Kesk, em ne tenê parçeyek ji siyaseta parlementoyê ne, di heman demê de parçeyek ji têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bi dehan sal in li kolan, qadan, qadên xebat û jiyanê didomin in. Bi hêza ku em ji îradeya 8'ê Adarê û Newrozê digirin, ji bo pêşîgirtina li girtina HDP'ê ku îro em pêkhateya wê ne, em ê bibin dînamîka diyarker a têkoşînê. Em ê dudilî nebin ku bibin hilgirê têkoşîna ji bo azadiya bi hezaran girtiyên siyasî yên di bin tecrîdê de li girtÎgehan tên ragirtin. 
 
BANGA JI BO HILBIJÊRÊN DERVEYÎ WELAT 
 
Ev hilbijartin tenê di nav sînorên welat de pêk nayê. Ji bo hilbijêrên me yên ku ji ber sedemên aborî û siyasî neçar in li derveyî welat dijîn jî girîng e. Em bang li wan dikin ku tevkariyê li têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ya hemû gelên li ser van axê dijîn bikin.
 
Derketina bi serketî ji vê hilbijartinê ne tenê ji bo gelên vî welatî, ji bo hemû gelên herêmê jî girîng e. Divê em ji bo aştiya herêmê, ji bo siberoja gelan û gelên ji şer reviyane û bûne penaber bi ser bikevin.
 
DAWÎANÎNA REJÎMA YEK ZILAMΠ
 
Erka me ya îro ew e ku em dawî li rejîma yek zilamî bînin. Ji holê rakirina vê zextên zordar û pergala yekperest û danîna bingehê jiyana siyasî ya azadîxwaz, demokratîk ku tê de her cure dûrxistin û cudakarî ji holê rabe. Wezîfeya me ya sereke ya sibê ew e ku bi berfirehkirina beşên civakî yên ku em berdevkê wan in û bi mezinkirina hêzên demokrasiyê yên ku em li kêleka wan disekinin, têkoşîna Komara Demokratîk mezin bikin. Ji bo vê jî em bi biryar in ku bi awayekî herî xurt têkevin Meclisê û qada meclise bikin dengê têkoşîna civakî.
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Partiya Çep a Kesk bi hemû organên xwe wê bi piştgirî û îradeya mezin a gelên me van erkan pêk bîne. Em soza vê didin hemû civakê, gelên xwe, jin û ciwanan û bi taybetî jî ji bo kesên ji erdhejê mexdûr bûne. Em dizanin ku pêvajoya em tê de ne tenê bi tifaqên hilbijartinê derbas nabe, têkoşîneke civakî dixwaze. Em bi biryar in ku vê têkoşînê bi pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û hemû hêzên çep, sosyalîst û şoreşger re tevbigerin.
 
Jiyanek ekolojîk ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, jin bi tundiyê re rû bi rû nemînin, ciwan bibin xwedî siberoj, gel û bawerî bi azadî bijîn, îstîsmara kedê bi dawî bibe, civak di bin stûnan de nemire, ji her demê mimkûntir e. 
 
EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN 
 
Bi vê bawerî û îradeya xwe em bang li hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk, faşîzmê têk bibin û bi hev re komara demokratîk ava bikin. Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin!”