Hedefa Partiya Çep a Kesk: Bi AKP-MHP’ê bide windakirin, ji sedî 20 deng bistîne

img
ENQERE - Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem anî ziman ku stratejiya wan a esasî ya hilbijartinê ew e ku bi îktîdara AKP-MHP’ê bidin windakirin û wiha got: “Hedefa me ew e ku di hilbijartinan de ji sedî 20 deng bistînin.” 
 
Jji ber doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha li Dadgeha Destûra Bingehîn didome, biryar hate dayîn ku di lîsteyên Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinan bênavber didomin. Partiya Çep a Kesk ku dê di 30’ê adarê de li gel HDP’ê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike, dê starta kampanyayê bide destpêkirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çep a Kesk û Hevberdevka dema berê Ayşe Erdem têkildarî hilbijartinê bi ajansa me re axivî. 
 
PÊŞÎLÊGIRTINA GIRTINA HDP’Ê
 
Erdem, da zanîn ku Partiya Çep a Kesk ji roja hatiye avakirin heta niha yek ji pêkhateyên HDP’ê bû û wiha got: “Em û HDP li hemû qadan bi hev re têkoşiyan. Partiya Çep a Kesk beriya doza girtinê ya HDP’ê di nava hewldaneke ku bikeve hilbijartinê de nebû. Çawa ku mijara behsa xeberê bû doza girtinê, ji bo hem hilbijêrên HDP’î û hem jî gelên Tirkiyeyê bê vebijêrk nehêlin, me di kongreya xwe ya dawî de biryara ketina hilbijartinê da. Xebatên xwe jî me di vê çarçoveyê de meşandin. Piştre jî me tevî pêkhateyên HDP’ê li hemû bajaran xwe birêxistin kir. Dema me ev xebat dimeşandin, mezintirîn çavkaniya motîvasyona me jî pêşîlêgirtina girtina HDP’ê bû. Em hêj niha jî wisa nêz dibin.” 
 
‘STRATEJÎ EW E KU BI ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê BIDIN WINDAKIRIN’ 
 
Bi domdarî Erdem got ku ketina hilbijartinê ya di bin sîwana Partiya Çep a Kesk “peywir e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Stratejiya me ya esasî ew e ku bi îktîdara AKP-MHP’ê bidin windakirin. Hedefa me ya di hilbijartinê de ew e ku ji sedî 20’ê dengan bistînin. Pir girîng e ku mirov di Meclisê de bi rola diyarker rabe. Hîmeke rêxistinkirinê yê ku divê em xurt bikin heye. Em dixwwazin pergaleke parlamenteriyê ya xurt ava bikin û rêya ber bi Komara Demokratîk ve vekin. Weke berê em ê niha jî kolan bi kolan, tax bi tax xebatênx we bidomînin.” 
 
GIRÎNGIYA JIN Û CIWANAN
 
Di berdewamê de Erdem destnîşan kir ku di encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) ya di 27’ê adarê de yek ji mijarên sereke erdhej bû û ev nirxandin kir: “Di civînê de hat gotin ku divê wêraniya heyî bi gel re were rakirin û bajarên li gorî xwezayê bên avakirin. Her wiha jin û ciwan di têkoşînê de pir girîngin. Di serî de gelê kurd, em ê li gel temamiya kesên têkoşîna azadiyê didin rêxistiniyeke herî berfireh ava bikin û li dijî polîtîkayên şer jî têkoşîna aştiyeke mayînde bidin. Yek ji qadên sereke yên têkoşînê jî têkoşîna ekolojiyê ye. Em ê li gel hemû kirdeyên li dijî qirkirina ekolojiyê û polîtîkayên rantxwiriyê têdikoşin bibin platformeke hevpar. Ji ber ku têkoşîna ekolojiyê, ne qada têkoşîna siyasî ye. Divê têkoşîna ekolojiya bibe mijara sereke.” 
 
‘EM NEÇARIN AŞTIYA HERÊMÊ PÊK BÎNIN’
 
Erdem, anî ziman ku pêdivî bi tifaqeke civakî heye ku ji hêla derdorên demokratîk ve bê mezinkirin û wiha got: “Ji bo vê mijarê hilbijartin bingeheke girîng e. Hilbijartin ji bo hemû gelên herêmê girîng e. Em neçarin mijara aştiya herêmê pêk bînin û pêşeroja penaberan zelal bikin. Eleqeya gelên me bo Partiya Çep a kesk heye. Di Newrozê de ji zarokan heta kal û pîran, hemû kesî alayên Partiya Çep a Kesk li ba kirin. Hilbijêrên kurd xwedî tecrûbeyeke mezin in. Partî diguherin lê gel naguhere. Ne bawerim em pirsgirêkekê bijîn. Gel amade ye. Piştrast im ku dê gelê Kurdistanê xwedî li Partiya Çep a Kesk derkeve.” 
 
‘PIŞTÎ HILBIJARTINÊ EM Ê BIBIN PARTIYA DIYARKER’
 
Herî dawî Erdem ev tişt anî ziman: “Em ê rola xwe ya diyarker a di hilbijartinê de piştî hilbijartinê jî bidomînin. Di çêkirina Destûra Bingehîn a nû de, di xebatên ji bo bidawîkirina hemû mekanîzmayên îktîdarê de em ê bêteredût bi Tifaqa Milet re bixebitin. Lê belê çawa ku hêza guhertina îktîdara AKP-MHP’ê di destê me de be, ji bo Tifaqa Milet jî em ê xwedî heman rolê bin. 
 
Dê dirûşma hilbijartinê ya partiya me di 30’ê adarê de li gel Beyannemaya Hilbijartinê were ragihandin. Mirov dikare bibêje tişteke weke ‘Em ê faşîzmê têk bibin’ e.”