MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya

img
ENQERE - MYK’a HDP’ê bi rojevên hilbijartinê û doza girtinê civiya.  
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojevên hilbijartinê û doza girtinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) berdewam dike civiya. MYK wê nîqaşên di civîna dawî ya Tifaqa Ked û Azadiyê ya 16’ê adarê de hatine kirin bigire dest. 
 
 MYK’a ku wê strateji û xebatên ji bo hilbijartina ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikevinê diyar bike, dê der barê Beyannameya Hilbijartinê ya dê sibê bê aşkerekirin de jî agahiyê bide. 
 
Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê  piştî civîna dawî ya MYK’ê ya 15’ê adarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û xwestibû ku doza girtina partiyê heta piştî hilbijartinê bê taloqkirin. MYK’a HDP’ê wê helwesta partiyê ya li ser parastina devkî ya dê di 11’ê Nîsanê de bike jî diyar bike.