Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

img
ENQERE - HDP'ê bertek nîşanî binçavkirina endamên xwe yên li Stenbol û Îzmîrê da û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êrişan bidomîne. 
 
Li Stenbol û Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di serdegirtina 20 malan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin. 
 
HDP'ê bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê da û diyar kir ku ew ê li dijî êrişan têkoşîna xwe bidomînin û îktidara AKP-MHP’ê dixwaze îradeya gelê kurd û ciwan û jinan bi operasyona darazê bitepisîne û lê ji ber ku roja hesabdayîna wan nêzîk dibe ketine nafa tirsê û lewma êrişî ciwanan dikin. HDP’ê da zanîn ku li dijî êrişan teqez êw ê bi ser bikevin.