Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in

img
ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Çep a Keskan a Îzmîrê Huseyîn Çaglar anî ziman ku wan dest bi xebatên hilbijartinê kiriye û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tên û got ku ew ê di vê hilbijartinê de 4 parlementeran ji Îzmîrê bişînin Meclisê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), biryar da ku di bin banê Partiya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinên 14'ê Gulanê bibe. Ji bajarên ku Partiya Çep a Kesk lê xurt e yek jê jî Îzmîr e. Li Îzmîrê xebatên ji bo hilbijartinê dest pê kirin. Di hilbijartina 2018'an de HDP'ê bi 334 hezar rayan û bi rêjeya 11,5 2 parlementera ji Îzmîrê şandibûn meclisê, lê di hilbijartina îsal de armanc 4 parlementer in. 
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Huseyîn Çaglar da zanîn ku wan xebatên xwe yên rêxistinkirinê temam kiriye û got ku wan û HDP'ê bi hev re komîsyonên rêxistinkirinê yên hilbijartinê ava kiriye. Çaglar ku got "Em amade ne ji bo hilbijartinê" wiha axivî: "Em ê heta dawiya hefteyê xebatên cekirina buroyên hilbijartinê temam bikin û hefteya bê jî em ê ji bo xebatên hilbijartinê li qadê bin. Di 11'ê Nîsanê de dê li Enqereyê namzet bên danasandin û piştî vê em ê jî di 13'ê Nîsanê de namzetên Îzmîrê bidin naskirin." 
 
ELEQEYEKE MEZIN
 
Çaglar bilêv kir ku gelan Partiya Çep a Kesk qebûl kiriye û got ku herî dawî vê yekê di pîrozbahiya Newrozê de dîtine. Çaglar diyar kir ku eleqeyeke mezin a gel ji bo partiyê heye û got ku lewma ew yeqîn dikin ku wê hîn bêtir rayan wergirin û ew bi vê bîr û baweriyê dixebitin. 
 
'EM Ê ÎZMÎRÊ BI RENGÊ KESK BOYAX BIKIN'
 
Çaglar, destnîşan kir ku hedefa partiya wan 100 parlementer û rêje ji sedî 20 e û got ku ev yek ji bo Îzmîrê jî derbasdar e. Çaglar bilêv kir ku niha hejmara parlementerên HDP'ê yên Îzmîrê 2 ne, lê ew ê hewl bidin di vê hilbijartinê de bikin 4. Çaglar bilêv kir ku di civînên gel û hevdîtinan de ev yek dîtine û got: "Gel bibiryar e ku ji rejîma yekzilamî xelas bibe. Wer xuya ye di meclisa nû ya piştî hilbijartinê de pêdivî bi Çepa Kesk heye. Ji ber vê em tevecuha gel dibînin. Em dixwazin pirgsirêkên kedkaran, jinan, ekolojîstan û LGBTÎ'yan bînin ziman. Her wiha em dixwazin ew jî li dijî feraseta tekparêz ji bo jiyaneke demokratîk, azad, wekhev û ekolojîk piştgiriya Partiya Çep a Kesk bikin. Em yeqîn dikin ku dê ev pêk bê û dê li Îzmîrê rengê bebriçav kesk be. Em ê di 14'ê Gulanê de encamên vê bibînin." 
 
MA / Tolga Guney