Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Vahdettîn Sari yê ku 4 meh in rûyê rojê nedîtiye û di hucreya yek kesî de tê ragirtin, ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî. 
 
Vahdettîn Sari li Wanê di sala 1997’an de tê girtin û cezayê muebeda girankirî lê tê birîn. Sari yê 25 sal in girtî ye di 31’ê kanûna 2022’yan de bêyî tu hincet nîşanî wî bidin ji Girtîgeha Panosa Agiriyê sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Ewlehiya Bilind hat kirin. Sari ji roja birine Sîncanê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Vahdettîn Sari yê ku 4 meh in rûyê rojê nedîtiye û di hucreya yek kesî de tê ragirtin, bir rojeva Meclisê. Taşdemîr pêşniyazname da Serokatiya Meclisê û xwest têkildarî rewşa Sari, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bersiva pêşniyaznameya we bide. Taşdemîr ji Bozdag pirsa, “Gelo Vahdettîn Sari çima hucreyê yek kesî de tê ragirtin?”