Bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin

img
STENBOL – Partiya Çep a Kesk li gel bernamzetên xwe yên Herêma Marmarayê li Stenbolê belavok belav kirin û bi gel re hatin cem hev. 
 
Bernamzetên Partiya Çep a Kesk a Herêma Marmarayê, li navçeya Bagcilara Stenbolê ji bo xebatên hilbijartinê hatin cem hev. Piştî hat lidarxistin rêveberên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê û bernamzet li Qada Bagcilarê belavok belav kirin.
 
Xelkê eleqeyek mezin nîşanî bernamzetên Partiya Çep a Kesk dan. Xelkê diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştevaniya Partiya Çep a Kesk bikin. 
 
Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu axaftinek kurt kir û got: “Werin em hemû bi hev re ji 14’ê Gulanê re bibin bersiv.”