Li Botanê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hat vekirin

img
ŞIRNEX - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Silopiyayê di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de axivî, got: "Dê rejîma yekzilamî biçe, em ê bi ser bikevin. Dê jin û gel bi ser bikevin. Ji niha ve encamên me yên hilbijartinê li me hemûyan pîroz be." 
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Şirnexê, li bajêr buroya hilbijartinê ya jinan ya ewil li Silopiyayê vekir. Piştî fitarê bi beşdarbûna bi sedan kesî li Taxa Cûdiyê buroya hilbijartinê hat vekirin. Girseya ku li ber buroyê kom bû, li ber stranan govend gerand. Di vekirinê de dirûşmeyên "Bijî Heval Harûn" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. 
 
‘EM Ê VÎ WELATÎ BIGUHERÎNIN'
 
Beriya vekirina buroyê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîrê destnîşan kir ku Botan dê di vê hilbijartinê de bersivê bide û got: "Dîrok şahidê vê ye û gelê me dizane ku em şopdarên rastiyê ne. Têkoşîna me heqîqeta me ye. Em hem şopdarê vê rastiyê hem jî meşvanên azadiyê ne. Em jin em xwedî li partiya xwe ya çep a kesk derkevin. Em ê deng û rengê xwe biçin ser sindoqê. Em ê sindoqan bi rengê kesk bixmeilînin. Em jin em ê li hemû qadên jiyanê bitêkoşin û zincîrên dîlgirtinê bişikînin. Em ê vî welatî biguherînin û veguherînin. Em ê qîrîna ji bo azadiyê bilind bikin."
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Êîgdem Kiliçgun Ûçarê destnîşan kir ku jin dê di vê hilbijartinê de bersiva desthilatê bidin û got: "Mirov gava çav bi vî dîmenî dikeve dibêje; bila werin û xebatên hilbijartinê bibînin, bila werin berxwedan û têkoşîna jinê bibînin."
 
'JIN Û GEL DÊ BI SER BIKEVIN'
 
Kiliçginê bilêv kir ku li Tirkiyeyê wekî tenê du tifaqa hebin tê nîşandan û got: "Me rêyeke nû pênase kir. ME ji vê re got rêya sêyan. Partiya Çep a Kesk, destkeftiya têkoşîna jinê ye. Detskeftiya têkoşîna kedkaran, destkeftiya têkoşîna ekolojîstan e. Ev hilbijartin, hilbijartineke di navbera pergala mêrserwer û azadiyaê de ye. Ev hilbijartin, hilbijartinê di navbera aştîxwaz û şerxwazan, ev hilbijartin hilbijartina di navbera civakê û desthilatê de te. Îro em li vir dît ku ev girse bibiryar e ku rejîma yekzilamî biîne. Em jî hatine bibin piştgirê vê hêza we ya ji bo guherîn, hevrêyê we. Em rejîma yekzilamî dişînin û em heyameke nû, sedsaleke nû didin destpêkirin. Em bi hev re bi rê ketin, em ê bi hev re bi ser bikevin. Dê rejîma yekzilamî biçe, em ê bi ser bikevin. Dê jin û gel bi ser bikevin. Ji niha ve encamên me yên hilbijartinê li me hemûyan pîroz be.
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
Vekirina buroya hilbijartinê bi govendgerandinê û bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.