Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû

img
ENQERE - Navên kesên ji Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û partiyên pêkhate di lîsteya namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk de cih girtin diyar bûn. 
 
Navên namzetên parlamenteriyê yên ku dê di hilbijartina 14’ê Gulanê di lîsteya Partiya Çepên Kesk de bikevin hilbijartinê diyar bûn. Lîste, di encama xebatên komîsyona Mutabaqata Namzetan de hate amadekirin û piştre jî pêşkeşî Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin hate kirin. 
 
Navên kesên ku dê ji Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Partiya Kedê ku ji Tifaqa Ked û Azadiyê ne weke namzet bên nîşandan, diyar bûn. Her wiha namzetên ku dê ji lîsteyên pêkhateyên Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd weke namzet bên nîşandan jî hatin diyarkirin. 
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ
 
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, ji SMF’ê Cemîl Gungoren û endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Perîhan Koca ji Stenbolê; ji EMEP’ê Îskender Bayhan li Stenbolê û Sevda Karaca Demîr jî li Dîlokê weke namzet hatin nîşandan. 
 
PÊKHATEYÊN HDP’Ê
 
Ji pêkhateyên Partiya Çepên Kesk jî navên hatin hilbijartin wiha ne: Ji Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Çîçek Otlu li Stenbolê; ji Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê; ji Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk li Îzmîrê; ji Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu jî li Stenbolê weke namzet hate nîşandan. 
 
TIFAQA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YA KURD
 
Namzetên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd jî wiha ne; Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek li Wanê; Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç jî ji Amedê weke namzet hate nîşandan. 
 
MA / Ozgur Paksoy