Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in

DÎLOK - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sultan Bayindir diyar kir ku armanca wan ew e ku li Dîlokê 3 wekîlan derxin. 
 
Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê bênavber xebatên xwe didomîne. Duh navên namzetên Partiya Çepên Kesk diyar bûn. Dê ji îro pê ve namzet biçin herêmên xwe yên hilbijartinê. Li Dîlokê dê di 12’ê nîsanê de pêşwazî li namzetên Partiya Çepên Kesk bê kirin. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sûltan Bayindir destnîşan kir ku di 14’ê Gulanê de hedefa wan ew li bajêr 3 parlamenteran derxin. 
 
HEDEF 3 PARLAMENTER IN 
 
Bayindır ku hilbijartinan weke "destpêka pêvajoyek dîrokî" nirxand got: "Em vê hilbijartinê weke hilbijartineka ku wê bandorê li karker, jin, xizan û hemû beşên tên cihêkirin bike û siberoja wan diyar bike. Em weke Partiya Çepên Kesk vê hilbijartinê wek hilbijartina man û nemanê dibînin. Em di vî warî de xebatên xwe bi rê ve dibin. Em bi cidî, bi fedakarî dixebitin.” 
 
Bayindir diyar kir ku bi Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Dîlokê di nava lihevkirineke xurt de xebatên xwe bidomîne û wiha got: "Hedefa me di vê hilbijartinê de ew e ku em 3 mebûsan bijêrin û bişînin parlamentoyê. Me ji bo vekirina buroyan rojê 2 an 3 hedef danî pêşiya xwe. Niha 5 ofîsên me amade ne. Em ê li gorî daxwazên gelê xwe xebatên xwe bikin."
 
BER BI KOMARA DEMOKRATÎK VE 
 
Bayindir da zanîn ku ew ji bo avakirina komara demokratîk têdikoşin û gel mehkûmê feraseta "yek ziman, yek al, yek dewletê” hatiye kirin û wiha axivî: “Em ê têbikoşin ku komareke demokratîktir û adiltir, ku maf, hiqûq û edalet lê hebin û her kes lê dikaribe bijî ava bikin. Em bi rastî bawer dikin ku em ê ji desthilatdariya faşîst û dîktatoriya AKP-MHP’ê rizgar bibin. Em ê di vê hilbijartinê de herî kêm 100 parlamenteran bişînin Meclisê. Partiya me bi bedelên giran hatiye van rojan. Em partiya jinan û ciwanan in. Em partiya kedkar û feqîran in.”
 
ERDHEJ Û HILBIJARTIN 
 
Bayindir bal kişand ser erdheja di 6’ê Sibatê de çêbû û wiha got: "Em di herdejê de li cem gelê xwe bûn. Lê mixabin îktidara AKP-MHP’ê û dewlet li cem gel cih negirt. Gelan li cem xelkê cih girt. Em hebûn. Gelê me muhtacî qedehek av û pariyek nan bû. Di bin kavilan de bi hezaran canê me her ku hawar kirin jî lê jiyana xwe ji dest dan. Em ê di vê hilbijartinê de hesabê qurbaniyan ji wan bipirsin.” 
 
MA / Firat Can Arslan