Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye

ENQERE - Partiya Çepên Kesk namzetên xwe yên parlamenteriyê da nasîn. Hevberdevkê partiyê Îbrahîm Akin diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de deriyê biharek nû vekin. 
 
 
Partiya Çepên Kesk danasîna nazmetên parlamenteriyê dike. Lansmana danasînê li Navenda Giştî ya Odeya Endezyarên Înşaetê hat lidarxistin. Hevberdevkên Giştî yên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin û rêxistinên sivîl tev li merasîma danasînê bûn. 
 
Pankartên dirûşmeya hilbijartinê “Dîsa em” û “Dîsa jin, dîsa jiyan” li salonê hatin daliqandin. 
 
Di lansmanê de ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin. 
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di şahiya danasînê de diaxivin.  
 
‘VANE EM BILA JI ZALIMAN RE BIBE DERD’
 
Ewilî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û wiha got: “Em li dijî her cûre zextan, zilmê û lîstokan li vir in. Em li ser pêya ne. Bila ev jî ji hemû zaliman re bibe derd. Guhertin û veguhertin di destê me de ye. Em ê li dijî şer aştiyê bînin. Rêya me vekirî be.”
 
ÛÇAR: EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bi zaravayê kirmanckî ango zazakî beşdaran silav û destnîşan kir ku ew ê hemû bi hev re bi ser bikevin û ew ê ji bo welatek demokratîk têbikoşin. 
 
AKIN: BIHAREK NÛ LI BENDA ME YE 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî anî ziman ku ew li dijî lîstokên îktidarê derketine rê û niha dema dema Partiya Çepên Kesk e. Akin diyar kir ku ew ê bi gelan re têbikoşin û wiha got: “Hemû netew, reng, bawerî, ziman û çand di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de civiyane. Em ê di bin siya vê darê de bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin. Em ê di 14’ê Gulanê de deriyek nû vekin û biharek nû pêşwazî bikin. Ev serkeftin wê bibe serkeftina hemû kesî. 
 
BULDAN: EM Ê SERÎ NETEWÎNIN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî bi silavkirina siyasetmedarên girtî dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku ew ê qet serî û çongan daneynin û li dijî vê îktidara têkçûyî bîat nekin. 
 
Di lansmanê de ewilî parlamenterên serdema 27’emîn ango parlamenterên HDP’ê derketin ser dikê û beşdaran silav kirin. 
 
Piştre namzetên parlamenteriyê yên 81 navendan bajêr bi bajêr navê wan hat xwendin û derketin ser dikê û danasîna wan hat kirin. Şahî bi girtina wêneyê komî bi dawî bû.