Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn

img
RIHA - Li bajarê Rihayê kevneşopiya tevgera siyasî ya kurd ji HEP’ê heta îro bi Patiya Çepên Kesk didome. Demek ku kurdan li Rihayê 13 hezar deng werdigirt, niha derxistine bi ser 300 hezarî re û Partiya Çepên Kesk hewl dide bibe partiya yekemîn. 
 
Li bajarên bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de dê hilbijartina serokkomariyê û giştî bê kirin. Di hilbijartinê de dê 64 milyon 191 hezar û 285 kes dê dengê xwe bikar bîne. Di vê hilbijartina dê serokkomar û parlamenter bên bijartin de li bajarê Rihayê jî 14 parlamenter bên hilbijartin û tê payîn li bajêr milyonek û 93 hezar û 782 welatî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Tevgera siyasî ya kurd jî li bajêr her tim hêz û rêjeya xwe bilind kir û di vê hilbijartinê de jî dê têkoşînek bêhempa bide. 
 
Tevgera siyasî ya kurd ku dê bi Partiya Çepên Kesk biçe hilbijartinê û hewl dide li bajêr bibe partiya yekemîn. Partiyên ku tevgera siyasî ya kurd temsîl kirin her tim li bajarê Rihayê îstatîstîk ango rêjeya dengê xwe zêde kir û kiriye hedefa xwe dîsa rêjeya xwe zêdetir bike. 
 
Tevgera siyasî ya kurd ji salên 90’î heta sala 2007’an her hewl da û di nava têkoşînek bêhempa de bû jî parlamenterek nedibijart. Me daneyên partiyên siyasî yên tevgera siyasî ya kurd temsîl dikirin ji sala 1989’an heta serdema îro berhev kir. 
 
JI 91’AN HETA 2018’AN HILBIJARTINA LI RIHAYÊ 
 
* Tevgera siyasî ya kurd cara ewil di lîsteyên Partiya Gel a Demokrata Sosyal (SHP) ketin hilbijartina giştî pêşwext ku di 20’ê cotmeha 1991’an de pêk hat. Bêguman Partiya Kedê ya Gel (HEP) ku tevgera siyasî ya kurd temsîl dikir di hezîrana 1990’î de ava kir û ji ber benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas nedikir, di bin navê SHP’ê de çû hilbijartinê. HEP’ê li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 21 parlamenteran şand Meclisê. HEP’ê ji Rihayê parlamenterek jî dernexist. Wê çaxê 287 hezar û 129 deng li Rihayê hatin bikaranîn û SHP’ê 59 hezar û 365 deng wergirt. 
 
* HEP di 14’ê Tîrmeha 1993’yan de hat girtin. Partiya Demokrasiyê (DEP) di şûna wê de hat avakirin. Beriya hilbijartinê bû DEP jî hat girtin û vê carê tevgera siyasî ya kurd Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ava kir. HADEP tev li hilbijartina giştî ya 24’ê Kanûna 1995’an bû. Di hilbijartina giştî ya 95’an de ji bo 9 mebûsan 351 hezar û 731 deng hatin bikaranîn. HADEP’ê 48 hezar û 265 dengan wergirt yanî ji sedî 13,7’ê dengan wergirt lê dîsa ji Rihayê nikaribû parlamenterek bijêre. 
 
* Kurd di hilbijartina giştî ya 18’ê Nîsana 1999’an de dîsa bi navê HADEP’ê ketin hilbijartinê û li Rihayê dengê xwe zêde kirin û 69 hezar û 900 dengan bi dest xist. Li tevahiya bajêr 422 hezar û 185 deng hatin bikaranîn û HADEP’ê ji sedî 16’ê dengan wergirt û ji ber pirsgirêka benda hilbijartinê dîsa nikaribû parlamenter bijêre. 
 
* Dema dîrok bû sala 2002’yan derbarê HADEP’ê de doza girtinê hebû. Tevgera siyasî ya kurd bi Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ket hilbijartinên giştî yên sala 2002’yan. DEHAP'ê li Rihayê dengên xwe derxist 83 hezar û 600. Li tevahiya bajêr 432 hezar û 230 deng hatin bikaranîn, DEHAP'ê ji sedî 19,28'ê dengan wergirt, lê ji ber ku li tevahiya welêt benda ji sedî 10'ê derbas nekir, nikaribû mebûsek derxe. 
 
* Piştî ku 5 sal derbas bûn, tevgera siyasî ya kurd di sala 2007’an de bi namzetên serbixwe li seranserê Tirkiyê ketibû hilbijartinên giştî, cara yekem parlementerek ji Rihayê şand Meclisê. Li tevahiya bajêr 444 hezar û 915 deng hatin bikaranîn, Îbrahîm Bînîcî ku 90 hezar û 127 deng wergirtibû, weke nûnerê tevgera siyasî ya kurd ji sedî 20.14’ê dengan çû Meclisê. 
 
* Tevgera siyasî ya kurd ku di hilbijartinên giştî yên sala 2011'an de dîsa bi namzetên serbixwe ketibû hilbijartinê, li Rihayê dengên xwe du qat zêde kir û vê carê 2 parlamenter şandin Meclisê. Li tevahiya bajêr 676 hezar û 512 deng hatin bikaranîn, namzetên tevgera siyasî ya kurd Îbrahîm Bînîcî û Îbrahîm Ayhan bi 182 hezar û 915 dengan bi rêjeya ji sedî 26,97’ê dengan wergirtin û wek parlamenter hatin hilbijartin. 
 
* Tevgera siyasî ya kurd di 7’ê Hezîrana 2015’an de vê carê bi navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wek partiyek tifaqê hatibû avakirin, beşdarî hilbijartinên giştî bû. HDP'ê benda ji sedî 10'ê ya ku bi darbeya 12'ê Îlonê re ji bo kurd neçin Meclisê hilweşand û tar û mar kir. HDP'ê li Rihayê bi 297 hezar û 493 dengan ji sedî 38,1 dengên giştî wergir, ji bajêr 5 parlamenter hatin hilbijartin. Ev li Rihayê bû destpêka dîrokek nû. 
 
* Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber ku nikaribû encamên 7’ê Hezîranê ragire, biryara hilbijartina pêşwext da. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bi gotina “400 wekîlan bidin û xwe rizgar bikin” gef li hemû muxalîfan xwar, li gelek deveran êrişên xwekujî hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de qetlîamên Pirsûsê û Enqereyê pêk hatin. Di hilbijartinên 1'ê MijdarA 2015’an de ku di nava rewşeke aloz û şer de pêk hat, HDP'ê li Rihayê bi 232 hezar dengan 3 wekîl bi dest xist. HDP'ê ji 826 hezar û 823 dengan li bajêr ji sedî 28,1'ê dengan wergirt û dîsa bende derbas kir.
 
* HDP ku beşdarî hilbijartinên giştî yên dawî yên sala 2018'an a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû, 4 parlamenter ji Rihayê hilbijart. HDP'ê bi 251 hezar û 779 dengan li bajêr ji sedî 28,9’ê dengan wergirt û wekî partiya duyemîn a herî xurt a bajêr cihê xwe girt.
 
MA / Omer Akın