Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye

img
ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk bi coşek mezin buroya xwe ya hilbijartinê li Hezexê vekir. Hevseroka Giştî yê DBP’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku mifteya aştî û demokrasiye di destê kurdan de ye.
 
Rawestgeha tûra hilbijartinê ya herêma Botanê ya Partiya Çepên Kesk ewilî navçeya Hezexa Şirnexê bû. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û namzetên Partiya Çepên Kesk jî di nav de şande hat li ber buroya hilbijartinê ya li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexê ji aliyê bi hezaran kes ve bi tilîlî, çepik û berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Xelkê tevî nûner û namzetên xwe govend gerand.
 
‘MIFTEYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DI DESTÊ KURDAN DE YE’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku 14’ê Gulanê têkçûyîna faşîzma AKP û MHP’ê ye û got: “Yên ku digotin em kurdan biqedînin têkçûyîna xwe amade kirin. Tu hêz nikare ber hêza gel bisekine. Hêza gel li vir e û hêza gel di 14’ê Gulanê de serweriya xwe îlan bike. Desthilatdar israra xwe ya di şer de dixwaze berdewam bike, lê şer jî nikare wê xelas bike. Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan de ye. Ji ber vê hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo me gelek girîng e û divê em rola xwe rabin.” 
 
Şande piştre bi konvoya qelebalix derbasî navenda Şirnexê bû.