Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin

img
AYDIN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew ê Partiya Çepên Kesk li Aydinê 2 parlamenteran bi dest bixe û got: “Wê parlamenterên ji vir bên bijartin bibin pira azadî û demokrasiyê ya navbera Egeyê û Kurdistanê.” 
 
Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li Egeyê piştî Denîzliyê li Aydinê berdewam kir. Di vê çarçoveyê de li Taxa Osman Yozgatli ya navçeya navendî ya Efelerê de buroya hilbijartinê hat vekirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Berdevka HDP'ê û Namzeta Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca beşdarî vekirina buroyê bûn. Şandeya ku di ketina navçeyê de hat pêşwazîkirin, bi konvoya hat ber buroyê. Xelkê li ser rê û kolanan eleqeyek bi coş nîşanî konvoyê da. Bi sedan welatî li ber buroyê şandeyê pêşwazî kir. Vekirina buroyê veguherî şahiyek bi çoş û peroş. 
 
Endama Desteya Berdevkên Topê Perîhan Koca di şahiyê de axivî û da zanîn ku ew li dijî îktidara şer bi karker, jin, ciwanan re tên ser îktidara demokratîk û got: “Em ew gel in ku tu carî serî natewînin. Ji xeynî me hêviya me ji kesî din nîne. Em ê li dijî şerê wan jî aştiyê û edaletê bînin vî welatî.” 
 
BAYÊ GUHERTINÊ 
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî anî ziman ku ew ê bi serkeftinek ezamet di 14’ê Gulanê de nûnerên bi milyonan bişînin Meclisê û wê encama herî baş a vê hilbijartinê têkbirina îktidarê be. Demîr da zanîn ku kes nikare pêşiya meşa wan bigire û got: “Vaye bayê guhertin û azadiyê rabûye û tê welat. Tu hêz nikare li pêşiya coşa gel bibe asteng.” 
 
WEKHEVIYA KURDAN 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku sedema ku di sed salên vê komarê de nikaribûye bibe bingeha demokrasiyê înkar û neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Heta ku wekhevî ji bo kurdan neyê nîşandan, gelê Tirkiyeyê jî dê azad nebe. Em ê wekheviya kurdan misoger bikin da ku azadî pêk were. Ev îktidar li ser polîtîkayên înkarê yên hemû rêveberiyên berê ava bû dimeşe û dijminatiya kurdan derxist lutkeyê. Rêya avakirina Komara Demokratîk şandina bi şandina vê îktidarê ve girêdayî ye. Armanca me ew e ku em aştiyeke mayînde bînin vî welatî."
 
PIRA NAVBERA EGEYÊ Û KURDISTANÊ 
 
Sancar anî ziman ku bajarê Aydinê xwedî girîngiyek taybet e û wiha got: “Ji bo gel dikaribin bi hev re bijîn û di nava jiyanek azad de bin, pêwîste teqez Aydin ji Partiya Çepên Kesk du parlamenteran bijêre û bişîne Meclisê. Parlamenterên me ku ji vir bên bijartin dê bibin pira azadî û demokrasiyê ya navbera Egeyê û Kurdistanê. Heke em nebin wê demokrasî jî nebe. Em ê dawî li vê pergala talanê û kedxwariyê bînin. Ji bo em vê talana gemarî ya sed salî hilweşînin meşa me didome û em ê bi ser bikevin.” 
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.